VÎDYO/ Efrîniyan, Rûsî ji kampa xwe qewirandin!

VÎDYO/ Efrîniyan, Rûsî ji kampa xwe qewirandin!

Li kampa Berxwedanê, welatiyên Efrînê ku ji Efrînê koç kiribûn ev cara sêyem e Şanda Rûsî ya ku bo alîkarî çûne kampê diqewirînin û dibêjin em ne alîkariya we, em Efrînê dixwazin.

A+A-

Îro li Kampa Berxwedanê ya ku welatiyên Efrînê ku piştî dagirkirina Efrînê têrikî bajêr kiribûn li vê kampê bicih bûbûn, Efrîniyan Şanda Rûsî ya bo alîkarî hatine kampê, qewirandin. 

 

Di dîmena ku li ser medyaya civakî belavkirî de dixuye Efrînî, ji Rûsiyan re dibejin 'em ne alîkariya we, em Efrînê dixwazin' û ji ber alikariya Rûsyayê ya ji dagirkerên Efrînê re bertek nîşanî Rûsiyan didin.

Tê gotin ev bertek ne cara ewil e, cara sisiyan e Efrînî Rûsiyan ji Kampa Berxwedanê diqewirînin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin