Gelo çima Dalkurd navê xwe diguherîne?

Gelo çima Dalkurd navê xwe diguherîne?

.

A+A-

Tîma futbolê Dalkurd ku ji Lîga 2yem a Swêdê dakete lîga jêr, navê xwe, rengê forma û logoya xwe diguherîne. 

 Tîma futbolê Dalkurd ku ji Lîga 2yem a Swêdê dakete lîga jêr, navê xwe, rengê forma û logoya xwe diguherîne.

Dalkurd FF li ser malpera xwe ya fermî, daxuyaniyek belav kir û ragihand; navê Dalkurd, logo û rengên tîmê dê werin guhertin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku bi navê Bratî FC, bi nasnameyeke nû, amblem, reng û futbolîstên nû, reformek tê kirin.

Hat ragihandin ku ji bilî nav û logoya tîmê, di rêveberiyê de jî guhertin dê werin kirin û "li hemû qadan, di asta herî bilind de ligel sazî û kesayetên profesyonel xebata xwe bidomînin".

Herwiha hat diyarkirin ku di 23ê Sibatê de, kongreyeke asayî dê were lidarxistin û Dalkurd bi fermî navê xwe bike Bratî FC.

ALA KURDISTANÊ JI LOGOYÊ TÊ DERXISTIN

Li gor zanyariyên K24ê ku ji rêveberiya Dalkurdê wergirtine, Ala Kurdistanê ya li ser logoya tîmê jî tê derxistin.

Derbarê sedema guhertina navê Dalkurdê de hat diyarkirin; ji ber ku Ala Kurdistanê li ser logoyê ye û rengên tîmê ji kesk û sor û zer pêk tê, Ereb û Tirk bertek nîşan didin.

Herwiha sedema herî mezin a guhertinên di tîma Dalkurdê de weke rewşa darayî hat nîşandan.

Li gor zanyariyên K24ê, rêveberiya berêya Dalkurdê, di kongreya asayî ya 23ê Sibatê de dê li dijî guhertina nav û logoyê derkeve.

Li aliyê din, li ser medyaya civakî jî alîgirên Dalkurdê, li hember derxistina Ala Kurdistanê ji logoyê, bertek nîşan didin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin