Ganî Mîrzo li Barcelonayê xelateke cîhanî wergirt

Ganî Mîrzo li Barcelonayê xelateke cîhanî wergirt

Hunermend û muzîkjenê navedar ê Rjavayê Kurdistanê Ganî Mîrzo li bajarê Barcelona yê Spanyayê xelata cîhanî ya “Festîvala Fîlmên Xwedî Pêwistîyên Taybet” wergirt.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Hunermendê Kurd Ganî Mîrzo li Barcelonayê bi belgefîlma“Harmonîya Piştî Şer” di nav bi sedan fîlman de xelata Baştirîn Belgefîlmê wergirt.

Derbarê xelatê de Ganî Mîrzo ji Rûdawê re got: “Ligel vê ev çaremîn xelat e ku Harmonîya Piştî Şer werdigre. Di festîvalê de 600 fîlm li ser asta cîhanî beşdar bibûn, lê lê belgefîlma Harmonîya Piştî Şer a Kurdî, weke baştirîn hat hilbijartin.”

Ganî Mîrzo di wê belgefîlma xwe ya bi navê “Harmonîya Piştî Şer” de, behsa gelek mijarên cuda dike, yek ji wan jî Kobanî ye.

Mîrzo dibêje wan belgefîlma xwe xwestîye ku bi muzik û hunerê rûyê kirêt ê şer bidin xuyandin.

Çîroka film behsa wê yekê dike ku di dema şer de, kesek heye amêrên muzîkê digihîne Rojavayê Kurdistanê û pêşkêşî wan kesan dike ku ji muzîkê hez dikin û pêre mijûl dibin.

Fîlm bi sponserîya Tora Medyayî ya Rûdawê hate berhemanîn û derhênerîya wê du derhênerên Arjantînî dike û fîlm di heyama salekê de hat temamkirin.

Ganî Mîrzo sala 1968ê li Qamişloyê ji dayik bûye. Piştî lîseyê berê xwe dabû Helebê û li wir bo du salanan beşa muzikê xwend, piştre vegerîya Qamişloyê û weke mamosteyê muzikê xebitî.

Piştî qedandina leşkerîyê, ji bo xwendina muzikê berê xwe da Ewropayê. Ev bûn bîst sal ku ev awazsazê kurd li bajarê Barcelonayê dijî û piştî kedeke mezin karîbû cihekî xwe di nav hunermendên vî bajarî de bigire.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin