Erdogan ji ber YPGê gef li NATO xwar!

Erdogan ji ber YPGê gef li NATO xwar!

Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, eger NATO YPGê wek “rêxistineka terorîstî” qebûl neke ewê li dijî her cure pilanên NATO derkevin!

A+A-

Navenda Nûçeyan- Îro li paytexta Brîtanya-Londonê, civîna welatên endamên NATO tê lidarxistin. Civîn dê sibê xilas bibe.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan berîya ku berê xwe bide Londonê, gef li NATO xwar û ragihand, eger NATO YPGê wek rêxistineka terorîstî qebûl neke ewê li dijî her cure pilanên NATO derkevin.

Erdogan her wiha daxwaz ji NATO kir xwe nû bike.

Wezîrê berevanîya Amerîka, Mark Esper jî berîya niha gotibû, ew helwesta xwe li hember YPGê naguherînin û bawer nakin NATO jî biguherîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin