Fransa: Nabe Tirkîye radarên NATOyê bo operasyonên xwe bikar bîne

Fransa: Nabe Tirkîye radarên NATOyê bo operasyonên xwe bikar bîne

Wezîrê Hêzên Çekdar ên Fransayê di kombûna wezîrên berevanîyê yên NATOyê reftarên Tirkîyê şermezar kirin û tekez kir ku nabe Tirkîye radarên serbazî yên NATOyê ji bo operasyonên li derveyî NATOyê bikar bîne.

A+A-

Piştî civîna wezîrên berevanîyê yên NATOyê, Stoltenberg, Sekreterê Giştî yê NATOyê, ragihand ku NATO lêkolînê li ser bangên Fransayê dike ku keştîyeke Tirkî bersiva peywendîyeke welatekî endam nedaye derbarê pişkinîna keştîyekê li Deryay Naverast, di demekê de ku di bûyereke hevşêwe her vê mehê, Parîsê ragihandibû çek ji Tirkîyê bi qaçaxî bo Lîbyayê tên şandin.

Roja Çarşemê Fransayê ew reftara Tirkîyê ya li dijî keştîyeke Fransayê şermezar kir û weke “reftareke provatatîv” pênase kir. Wezareta Artêşa Fransayê ragihand, keştîya wan sê caran rûbirûyê "tengezar û ronahîya radarê" bûne ji alîyê belemên Tirkîyê ve ku parêzvanî li wê keştîya barhilgir kirine.

Jens Stoltenberg, Sekreterê Giştî yê NATOyê di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, di dema kombûnê de hejmarek ji endamên endamên hevpeymanîyê behsa wê bûyerê kirine ku li Deryaya Naverast çê bûye. Ew peyam jî dûpat kirin desthilata serbazî ya NATO lêkolînê derbarê wê bûyerê de dike bo ku bi temamî zelal bibe û tekezî û herwiha tekezî li ser wê jî kir ku NATO piştevanîyê li cîbicîkirina biryarên Netewên Yekgirtî (NY) dike ku dayika çekan bi Lîbyayê qedexe kirîye û piştevanîyê Ii hewlên NYê dike bo çareserkirina nakokîyan.

Florênis Parlî, Wezîrê Hêzên Çekdar ên Fransayê di kombûna wezîrên berevanîyê yên NATOyê de behsa bûyerê kir, di demekê de herdu alî hev tohmetbar dikin bi piştevanîya alîyekê li Lîbyayê.

Parîsê çendîn car Tirkîye tohmetbar kirîye ku qedexeya Netewên Yekgirtî ya ji bo rêgirtina li veguhastina çekan bo Lîbyayê binpê dike. Ji alîyê xwe ve jî Tirkîye, wan tohmetan red ike û îddîa dike ku bûyereke bi wî rengî ku Fransa behs dike çê nebûye.

Florênis Parlî jî dibêje, keştîya cengî ya Tirkîyê roja 10ê Hezîranê, sê caran tîşkî radaran arasteyî keştîya cengî ya Fransayê kirîye li rojhilatê Deryaya Naverast û ew keştî di erk de bûye bo ku lêkolînê bike ka keştîyên Tirkî çek vediguhêzin bo Lîbyayê.

Parlî dîyar jî dike, keştîya Tirkîyê amêra bêtêl girtîye û amade nebûye hejmara pênaseya xwe bide û xwe aşkere bike û serbazên Tirkîyê jî êlegên xweparezîyê li ber bûn û li pişt çekên xwe yên sivîk rawestîyabûn di dema çêbûna bûyerê de.

Wezîrê Fransî dibêje, nabe nermî li beramber wan reftaran bê nîşandan û pêwîst e ew bûyera metirsîdar bi şêweyekî taybet miamele li bikin û hevpeymanên wan jî di wê tirsa wan de beşdar in.

Parlî di maweyê 2 roj ên wê civîna wezîrên berevanîyê yên welatên NATOyê de, du caran reftarên Tirkîyê şermezar kirin û amaje bi wê kir, piştevanîya 8 welatan heye bo ku lêkolîn li ser vê bûyerê bê kirin û herwiha daxwaz jî kir ku Tirkîye radarên serbazî yên NATOyê ji bo operasyonên li derveyî NATOyê bikar neyîne.

Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Derve yê Tirkîyê jî red dike ku Tirkîyê ti pirsgirêkek bo keştîya Fransî çê kiribe û wê weke zanyarîyeke nerast pênase dike.

Roja Çarşemê jî berpirsekî Tirkîyê ew tohmet red kirin û îddîa kir, hêzên Fransayê hewl dane pişkinînê li ser wê keştîya Tirkîyê bikin di avên navdewletî de û ev jî ne karekî rêpêdayî nîne.

Li ser nakokîyên li gel Tirkîyê derbarê destwerdana Tirkîyê li Lîbyayê û herwiha lêgerîna çavkanîyên enerjîyê li Deryaya Naverast, Fransa daxwaza kombûneke lûtke ya Yekîtîya Ewropayê dike ji bo gotûbêjkirina cezakirina Tirkîyê.

Jean-Yves Le Drian, Wezîrê Derve yê Fransayê di rûniştineke parlamentoya wî welatî de ragihand, roja 13ê Tîrmehê wezîrên derve yên welatên endamên Yekîtîya Ewropayê dê bicivin û di civînê de dê behsa pirsa Tirkîyê bikin û dîyar kir ku dibe welatên endam sizayên din bi ser Tirkîyê de bisepînin.

Derbarê destwerdana Tirkîyê li Lîbyayê û herwiha lêgerînên ji bo dîtina çavkanîyên enerjîyê li Deryaya Naverast maweyeke nanokîyên kûr di navbera Tirkîye û Fransayê de çê bûne.

Dawîya meha derbasbûyî, Emmanuel Macron Serokomarê Fransayê di konferanseke rojnamevanî de li gel Şêwirmenda Almanyayê derbarê destwerdana Tirkîyê li Lîbyayê ragihand, “welatê ku destwerdanê di karûbarên Lîbyayê dike Tirkîye ye, herwiha li gor min nihe rêz li ti wan biryaran nagire ku di Konferansa Berlînê de hatine dayîn.”

Serokomarê Fransayê got jî, “Niha Tirkîye bi şêweyekî berfireh şerkerên cîhadî ji Sûrîyê dibe Lîbyayê, ev jî berpirsyarîya cîhadî û herwiha tawankarîye bo welatekî ku jê re tê gotin endama NATOyê.”

Serokê Fransayê roja 22ê Hezîrana îsal jî di konferanseke rojnamevanî ya li gel hevtayê xwe Tunisî de li Parîsê gotibû, Tirkîye li Lîbyayê lîstikekî metirsîdar dike û dîyar kir, wî ew yek ji Recep Tayyip Erdogan ê serokê Tirkîyê re gotîye.

Gotinên Macron ên derbarê destwerdana Tirkîyê di rewşa Lîbyayê de, di demekê de ne, ku meha 11 a slaa 2019, Tirkîyê û hikûmeta li Trablusê ya bi serokatîya Fayiz Serrac rêkevtineke sîyasî, serbazî û aborî îmze kirin.

Rêkevtina navbera herdu alîyan bû sedema nerazîbûna gelek welatên Ewropayê û hejmarek welatên Rojhilata Navîn.

Fransa herwiha Tirkîyê bi binpêkirina dorpêça çekan a li ser Lîbyayê tometbar dike, ku ji alîyê Netewên Yekgirtî ve li ser wî welatî hatîye sepandin.

Ji meha Çileya îsal ve li Berlîn a paytexta Almanyayê ve bi destpêşxerîya Angela Merkel, konferanseke taybet bi Lîbyayê hat lidarxistin ku armanc ji konferansê, destpêkirina qonaxa sîyasî li Lîbyayê û gihîştina bi agirbestekê li wî welatî bû.

Piştî rûxana rejîma Muemer Qezafî di sala 2011an de, Lîbya bi ser du hikûmetan de dabeş bûye, hikûmet li rojavayê welat bi paytextîya Trablusê ku Tirkîye piştgirîya wê dike û Netewên Yekgirtî jî wê hikûmetê bi fermî nas dike û hikûmetek jî li rojhilatê wî welatî bi paytextîya bajarê Binxazî ku general Xelîfe Hefter serokatîya wê dike.

Rudaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin