Fransa bi 30,000 Pêketinên Nû yên Vîrusa Korona Rekorê Dişikîne

Fransa bi 30,000 Pêketinên Nû yên Vîrusa Korona Rekorê Dişikîne

Fransa bi 30,000 Pêketinên Nû yên Vîrusa Korona Rekorê Dişikîne

A+A-

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê karbidestên saxlemîyê yên Fransa ragihand ku roja Pêncşemê li wî welatî pirtir ji 30,000 kes bi vîrusa korona ketine.

Reutersê dîyar kir ku ew hejmara dawî ya pêketinan ji destpêka pandemîyê vir ve rekor e.

Serokomarê Fransa Emmaneul Macron roja Çarşemê dîyar kiribû ku ewê bo rê li ber belavbûna vîrusa korona bigirin li Parîs ya paytext û 8 bajarên din mezin bi şev qedexeya derketina derve ragihînin.

Macron gotibû ku kesên ku qedexeya derketina derve binpê dikin divê ‘’hinceteke baş’’ bêjin û dîyar kiribû ku cezaya binpêkirina qedexeyê dê 135 euro be.

Ew sînordarkirinên hanê dê roja Şemîyê destpê bikin û herî kêm 4 hefteyan bidomin.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Fransa pirtir ji 850 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 33146 kes bi wê mirine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin