Fraksiyona PDKê beyanameyek di salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê de belav kir

Fraksiyona PDKê beyanameyek di salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê de belav kir

Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê beyanameyek bi boneya salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê de belav kir.

A+A-

Beyanameya PDKê waha ye;

Beyanameya fraksiyona PDKê li salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê de

Bi serbilindî ve em referandûma serxwebûna Kurdistanê bibîrtînin, ku xaleke werçerxana giring bû di dîroka tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê de.

Referandûma serxwebûna Kurdistanê ku roja 25.09.2017ê pêkhat, rojeke niştimanî ya bi nirx û serbilindiyeke mezine bo hemû ew kesên ku gotine ‘’Belê’’ û deng bo serkeftina wê dane.

Salvegera referandûmê de em soz ji Serok Barzanî re didin ku heta em bimînin êm dê Pêşmergeyê vê rêyê bin ku wî bo gelê xwe helbijartiye, berxwedêrî û biwefabûna wî ya ji bo gelê xwe denge azadîxwaziya kurdan gehande guhê civaka navnetewî, yar û neyarên gelê Kurdistanê.

Em wek fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê herdemekî serbilindin bi destkeftên mezin ên gelê xwe û bi rêbertiya birêz Serok Barzanî û bi pêşengiya PDKê ya netewî perweriyê ve em xebatê bo bidest xistina wan armancan dikin.

Silav bo hemû wan kesên ku beşdarbûn di serkeftina referandûma serxwebûna Kurdistanê de, ruhê şehîdên karwanê rizgarî û serxwebûna Kurdistanê şad be.

Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin