Sabahattin Korkmaz

Sabahattin Korkmaz

Hemû nivîsên nivîskar >

Firsendên tarîxî hatine ber derî

A+A-

Pirsa Kurd-Kurdistan îro ji her wextê zêdetir di rojeva sîyaset û dîplomasîya navdewletî de ye.

Firsendên tarîxî hatine ber derî. Ji her alî de bayê kurdan difûre.

Lê em ji tecrûbeyên tarîxî jî dizanin, wexta ku firsend neyên bikaranîn û ji dest birevin, careke din bidestxistina wan hem zor-zahmet dibe, hem bi xwe re pirsgirêkên nuh derdixe holê. Ked û emeka salan dikare bi carekê de bi erdê re here…

Ev e, ku pêşîyan gotîye “Te girt bernede, te berda nede dû!”

Ji wê bonê, erk û mesûlîyeta sîyaseta kurdî, îro ji her wextê girantir e. Tu luksa sîyaseta kurdî ku bi meseleyên navxweyî yên îdeolojîk, şexsî û grûpî mijûl bibin û zeman wenda bikin tune.

Îro roja hesabên mezin û mezin fikirandinê ye. Mezin fikirandin di dûrbînî û kûrbînîyê de ye. Di berjewendîyên muşterek; di fedekarî, biryardarî û aqlê selîm de ye.

Em ê ya weke kadir û mensûbên miletekî mezin tevbigerin û pêşeroja xwe bi xwe binivîsin; bibin kirde û aktorê qedera xwe û weke miletekî medenî di nav malbata miletên dinyayê de şûna xwe ya rûmetdar bigrin,  an em ê heta heta di destê namerdan de bimînin…

                                                                                       ****

Gelo mezinahî çi ye? Yan jî mezinahîya ku ez qest dikim çi ye?

Berî hemû tiştî mezinahîya ku ez qest dikim doza heqîyê ye. Tu çek ji daw-doza heqîyê mezintir tune. Miheqeq e ku neheqî-zulum wê têkbiçe û heq-edalet zû-dereng wê were şûna xwe.

A duduyan, aidîyet û esalet e. Naturalî ye. Dostoyevskî di kitêba xwe ya Curm û Cezayê de dibêje, “Derewker ji kopyagir çêtir e. Derewker însan e, tiştekî aydê xwe diafirîne, zû dereng wê rastîya xwe bibîne. Belê kopyagir ‘papaxan’ e (yanî lawir/ajal e –S.K.). Tu şansê ku biguhere tune. “

Mirov, malbat, milet ancax aydê xwe bin, dikarin bibin xwedî şexsîyet, giranî û rûmet!

A sisîyan, pergal e. Rê ye, rêbaz e, pêşwazîkirin e.

Biheqbûn, bi serê xwe têr nake. Xwedîyê heq lazim e mahsûm û bêguneh be jî. Eksê wî mirov dikarin gelek caran di ser heqê xwe de neheq jî bibin. Û bi xwe bibin sedemê qetla xwe…

Mirov û miletên xwedan şexsîyet, ne dibin dûvik û peyka milet û dewletên din, ne jî dibin şûr û mertalê destê kesî. Di vê dunyaya pir dewletî de, ew bi xwe dibin dewlet, dibin kirde û navend. Navenda nirxên mirovatîyê, îlm û îrfanê, medenîyetê. Heqî û edaletê.

Heger ku tu dixwazî bibî kirde, bibî navend, bibî aktor û ji te re rêz û îhtiram were girtin, rêyek li ber te heye; federal, konfederal an serbixwe, divê tu bibî dewlet. Ji xeynî vêya rêyeke din tune.

                                                                                                                    ****

Başûr, Bakur, Rojhilat, Rojava; Kurdistan yek welat e. Kurmanc, soran, kird, goran; em yek milet in.  Derdê me yek, dilovanîya me yek, qedera me ya kolektif yek e.

Li kuderê, li kîjan alî roja kurdan hilbê, divê kurd tev bi hev re berê xwe bidin wî alî.

Do roja kurdan li Rojhilat-Mehabadê hildihat. Berîya wî li Bakur-Dîyarbekir bû.

Îro jî li Başûr hiltê!

Îro parçe/alîyê herî nêzî serxwebûnê, Başûrê Kurdistanê ye. Serxwebûna Başûrê Kurdistanê, ji tevahîya têkoşîn û deskeftîyên parçeyên din ewletir e.

Ya rasteqîne-rasyonal û mumkun dewletbûna Başûr e. Heger rast be kurd û Kurdistan yek e, divê tevahîya hêz û alîyên kurdan bi yek dengî û yekrêzî pêşwazî û piştgirîya dewletbûna Başûr bikin.

Pîvana yekîtîya neteweyî jî, kongra neteweyî jî, biratî, dostanî, soz û samîmîyetê jî ev e.  Tiştên din “fasa fîso” ne.

Mixabin! Hezar car mixabin ku hin teref û alîyên sîyasî ji vê îdraq, tefekur û dilsozîyê gelekî dûr in.

Li Bakur û Rojava sîyaseta serdest bi her awayî di aleyha xeta neteweyî de ye. Li Başûr hin partî û grûb hakeza di nav “feqr û zarûretê” de ne. Li dû hesabên piçûk in. Rik û hesûdîyê çavê wan kor kirîye.

Divê eşkere û vekirî were gotin; bi giştî li dijî serxwebûnê, bi taybetî li hemberê dewletbûna Başûr derketin (zimnî an eşkere) xîyanet e! Aqil wendakirin e! Korbûn e! Bê esil û esaletî ye!

Başûrê Kurdistanê hazirîya îlana sexwebûnê dike. Dinya bi dilgermî temaşe dike. Heger weke hercar ji kurdan, ji nava kurdan, ji “kurmê darê” peşk lê nekeve, vê carê wê ava bibe.

Li Rohilata Naverast avabûna dewleta Kurd, bûyera herî girîng ya vê sedsalê ye. Heta hezarsalê dawi ye. Mîlenyûm e. Di tarîxa nêz de serxwebûna Emrîka çi rol leyîstîye, serxwbûna Kurdistanê jî, wê wan guhartinan pêk bîne. Statukoya neheq û nemeşrû ya vê herêmê ew ê wê çaxê hilweşe. Bermahîyên bedewîyan, moxolan û sasanîyan ew ê wê çaxê bibînin bê mezinahî çawa ye, dinya çawa tê îdarekirin. Feraset, fahm, medenîyet û bi edalet hukumkirina kurdan wê bibînin. 

Hevalno! Xeyala serxwebûnê bi tena serê xwe hêjayî hertiştî ye. Lê xeyal jî nîne. Hun bawer kin bi qasî guhartina çend xalên makeqanûna tirk jî, xeyal nîne. Ez hîç bahsa wan îdeolojîyên fantazîst ên enternasyonal û umetperest nakim. Bila ew di xewna xwe ya “gaflet û delaletê” de razên.

                                                                                                                    ****

Rojavayê welatê me, girêdayî şerê Sûrîyê yê navxweyî îro de facto di bin kontrola hêzên kurdan de ye. Dîsa girêdayî pêşeroja Sûrîya nû û basîreta sîyaseta kurdan, hêvî tê kirin ku li vî parçeyî jî otonom an federal miletê me bigihîje statuyeke xweser.

Îro tişta li Rojava herî kêm, li gel sîyaseteke rasyonal, yekîtî û cepheya mîlî ye.  Hevkarî, yekrêzî û biratîya bi Îdara Başûr re ye. Sîyaseta Rojava ya serdest pêwîst e ji fantazîyên îdeolojîk û sîyaseta pragmatist dûr bisekine. Li ser qedera kurdan qumarê neleyîze. Webala vê pêvajoyê giran e. Sîyaseta mîlî esas bigre. Bi îdareya Kurdistana İraqê re sedî sed lihevkirî be. Xwedî plan, şêwir û fikra netewî ya dûrbînî û muşterek be.

Ev nebe, Rojava dikare bi xwe re zerareka mezin bide Başûr û Bakur jî. Ji xwe, ji nuha de Bakur girêdayî sîyaseta PKK-ê ya Rojava ketîye ber krîzeke nuh. Hakeza tesîreke menfî li Başûr jî dike.

                                                                                                                    ****

Rojhilatê Kurdistanê grêdayî şertên konjokturî, îro gavek li baş e. Belê em dizanin ku gelê me li Rojhilat, xwedî feraset û tecrûbeyeke tarîxî ye. Xwedan fahma netewî û tecrûba sîyasî ye.

Rejima kevneperest a teokratik û totaliter, berî her tiştî ne layiqî vê esrê ye. Mîada xwe ji zûde tije kirye. Hebûna wê girêdayî dengeyên sîyaseta herêmî ye. Ne mumkune ku heta heta dewam bike. Zû-dereng aqûbeta İraq û Sûrîyê li serê Îranê ye. 

Tişta ku kurd li vî parçeyî bikin, divê xwe ji wê rojê re, roja ku li serê rejîma hov bû qîyamet, bi her awayî (sîyasî, dîplomasî, eskerî) hazir û amade bikin. Weke pertnêrekî xwirt bi dinya medenî re têkildar bin.  Îtîbar û bawerîyeke xurt li gel xwe çêbikin. Dostanî û îtîfaqên saxlem ava bikin. Di nava xwe de cepheyeke firealî ya mîlî pêkbînin. Bi Îdara Başûrê Kurdistanê re sedî sed lihevkirî bin. Xwedanê sitratejîyên müşterek bin. Dost û dijminê xwe yek bin.

Îhtîyaca Rojhilat bi taybetî bi desteka ragihandin, dîplomasî û lobîyan heye. Lewra ku Îran dewlet/welatekî di alî enformasyonê de girtî ye. Li vê dewletê çi dibe, çi diqewime herkes pê nizane. Bi taybetî dîyaspora bi têkilîyên navdewletî û li gel rêkxirawên sivîl dikare gelek tiştan bike. Li seranserê Kurdistanê û dîyasporayê divê piştgirî li bizava Rojhilat were kirin. Her roja xwedê divê rejim were protesto û teşhir kirin. Ji navendên navdewletî re were şikayet kirin.

                                                                                                                    ****

Li Bakurê Kurdistanê eksê Rojava, Rojhilat û Başûr (berê) mafê kurdan yên hemwelatî û demokratik hene. Divê em qîymeta van mafan zanibin û bigrin. Belê li vî parçeyî 20 mîlyon (nufûs û parçeyê herî mezin) kurd ji hemû mafên xwe yên neteweyî û kolektif mahrûm in.

Kurd li vî parçeyî jî mafên xwe yên milî û kolektif dixwazin. Li vî parçeyî jî, ji otonomîyê heta serxwebûnê qedera xwe bi xwe tayînkirin, mafê miletê me yê meşrû û rewa ye.

Kurd li vî parçeyî çi dixwazin? Di rastîyê de fikreke muşterek û konkret tune. Hêza mezin çi dixwaze ne beylû ye. Xwestin û kirinên wê qet biserhevde naçin. Yên mayî jî her yek li “têlekê “ dixe. Gotin, sekin û emelê wan jî hev nagire.

Kurd li vî parçeyî wê bi kîjan rê û rêbazan bigîjin heqê xwe; îro pirsa ku li serê munaqeşe divê were kirin bi qenaeta min ev e.

Ez di wê qenaet û bawerîyê de me ku li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê rê û îmkanên xebata sîyasî, sivîl û demokratik kêm be jî, hene. Şerê PKK-ê yê bê mahne nebe, îmkanên xebata sîyasî wê baştir be.

Dîsa bi qenaeta min, muqayesa Tirkîyê bi Îran Iraq û Sûrîyê re nayê kirin. Weke Iraqê, Sûrîyê, Libyayê, Sûdanê, li Tirkîyê ne şertên şerekî navxweyî heye, ne jî nizama dinyayê weke wan dewletan Tirkîyê ji çavê xwe avêtine.

Ji wê bonê tevger û sîyaseta Bakur lazim e pêşîya xwe baş bibine. Şerê çekdarî bide alîyekî. Bi hindikayî bernameyeke muşterek û bereyeke neteweyî ava bike. Qet nebe vêya ji xwe re bike dert.   Û girêdayî rewşa Başûr û Rojava herî kêm hesabê 10-15 salên pêşîyê bike.

Vê qasê mirov dikare bêje; li Başûr, Rojava, Rojhilat çiqasî hêza eskerî, şer û xwe parastinê pêwîst û wacib be, li Bakur hewqas nepêwîst û newacib e.  Hele ji alî daxwaz û hedefên PKK-ê de, bi tu awayî tiştekî ku mirov pê bigre û biparêze tune.

                                                                                                                    ****

Bi vê nivîsa panoramatîk min xwest fotoxrafekê bikşînim. Helbet di vê gotarê de gelek mijar hene, ku her yek ji wan bi serê xwe mijarên sereke ne. Di nivîsên pêş de ez ê yek bi yek li ser wan bisekinim. 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin