Fîlmê Ahmet Kaya dê bibin Dadgeha Ewropayê

Fîlmê Ahmet Kaya dê bibin Dadgeha Ewropayê

Malbata Ahmet Kaya bi gotina destûr ji wan nehatîye girtin serî li dadgehê dabû.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li ser jîyana hunermend Ahmet Kaya bi navê "Îkî Gozum Ahmet" (Her du çavên min Ahmet) fîlmekî hat kişandin. Li gor planê fîlm divê 7'ê vê mehê biketa vîzyonê lê malbatê serî li dadgehê da û xwest fîlm nekeve vîzyonê. Li ser vê 26'emîn Dadgeha Aslî Hiqûqê ya Stenbolê pêşî li ketina vîzyonê ya fîlm girt. Sazkarên fîlm li ser vê yekê daxuyanî dan çapemenîyê û gotin: "Fîlmê me li gor zagonên Komara Tirkîyeyê hatîye kişandin. Emê li hemû dadgehên Komara Tirkîyeyê mafê xwe biparêzin û hewce bike emê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. Ev biryar li hemberî sînemaya tirk zordarîyeke cidî û sansur e."

Sazkarê fîlm Omer Demîral jî dibêje ku her kêlîyê fîlm li gor hiqûqî hatîye kişandin, li ser fîlm tu telîf tune ye, şêwirmendê wan ê hiqûqê parêzer Haci Orhan jî îdîa dike ku ji bo kişandina jîyana kesek pêdivî bi destûra malbatê nîn e.

Malbata Ahmet Kaya bi gotina destûr ji wan nehatîye girtin serî li dadgehê dabû.

Fîlm ji alîyê Hakan Gurtop û Ganî Ruzgar Şavata ve hatîye kişandin. Di fîlm de Ozgur Tuzer, Aleyna Solaker, Serdar Orçin û Ruhi Sari dilîzin. Fîlm ji Meletî ku jîyana Kaya li wir dest pê kir dest pê dike û li Parîsê bi dawî dibe.

Dîyarname

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin