Feysel Mîqdet bû wezîrê derve yê Sûriyê

Feysel Mîqdet bû wezîrê derve yê Sûriyê

.

A+A-

Piştî koça dawî ya Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim, Serokê Sûriyê Beşar Esed, îro bi fermanekê cîgirê wezîrê derve Feysel Miqdad weke Wezîrê Derve yê Sûriyê destnîşan kir.

Beşar Esed di fermanê de Feysel Miqdad wek wezîrê derve û nûnerê Neteweyên Yekbûyî Beşar Caferî wek cîgirê wezîrê derve diyar kir.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd el Muelim, 16 Mijdarê koça dawî kiribû.

Beşar Esed herwiha Besam el Sebax jî weke Nûnerê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin