‘Ferda Cemîloglu ji bo pêşketina jinên Kurd kedeke mezin da’

‘Ferda Cemîloglu ji bo pêşketina jinên Kurd kedeke mezin da’

.

A+A-

Cenazeyê karsaza Kurd, neviya Cemîlpaşa Ferda Cemîloglu li bajarê Amedê bi merasimek hate veşartin. Di merasimê de ji sazî û dezgehên sivîl heta partiyên siyasî yên Kurdan gelek alî amade bûn. Xela hevpar a beşdaran ev bû; Ferda Cemîloglu Prensesa Kurd a Nefiyê bû. Aktîvîsteke jin jî dibêje, Ferda Cemîloglu ji bo pêşxistina jinên Kurd ked û xebateke mezin da.

Kêm kes hene ku piraniya bîr û baweriyên cuda yên Kurdan di cenazeyê xwe de tîne ba hev. Yek ji wan jî cenazeyan jî ya karsaz Ferda Cemîloglu ye. Piraniya rêveberên partiyên Kurdan li ser cenaze bûn û destê xwe yên duayê ji bo wê vekirin.

Ferda Cemîloglu keçmama endam û rêveberên Cemiyeta Hêvî, Rêxistina Azadî, Cemiyeta Kurdistan û serokên Xoybûnê Ekrem û Qedrî Paşa bûn. Bavê wê Vecdî Beg jî weke van herdu pêşengên Kurd di nava tevgerên siyasî yên Kurd de bû. Ew di dema avakirina Komara Mahabadê ya Kurdistanê de birîndar bû.

Seîd Veroj, Lêkolîner, dibêje, “Di tevgera neteweyî ya Kurd de malbata wê hate sirgûnkirin. Gelek azar û îşkence dîtin. Ferda xanim jî di vê sirgûniyê de li Şamê ji dayik bû. Ew jî zaroka sirgûniyê bû.”

Ferda Cemîloglu ku civaknasiyê qedandibû, bi 4 zimanan dizanibû. Hem kurmanciya wê û hem jî soraniya wê herikbar bû. Ew yek ji avakara Platforma Yekitiya Jinên Kurd bû.

Hacîre Ozdemîr, Aktivîsta Jin, dibêje, “Me di têkoşîna jinên Kurd de hevdu nas kir. Jinên Kurd dê çawa birêxistin bibe, çawa bi pêş bikeve, têkoşîneke pir baş dida. Ez dibêjim divê em vê têkoşîna wê berdewam bikin.”

Piştî merasima cenazeyê Ferda Cemîloglu, malbatê li Qesra Cemîlpaşa şîn danî. Lê ji ber nexweşiya Coronayê şîn tenê rojek dewam kir. Di nûjenkirina vê qesra cihê şînê de kedeke wê ya giranbûha hebû.

Zeynep Yaş, Rêvebera Mûzexaneya Qesra Cemîlpaşa, dibêje, “Em hemû li ber destê wê perwerde dibûn. Me çanda xwe pê re nas dikir. Ew tiştên ku me li vê derê bi cih dikirin, weke çanda bajêriyê ya malbata wê bi xwe bûn. Bê şik û guman, bê fikar wan hemû tiştan pêşkêş dikir da ku ev der bibe qonaxa çanda Kurdî û qonexeke çanda bajêrvaniya qedîm a Diyarbekirê.”

Ferda Cemîloglu ji sala 2004'an ve li Başûrê Kurdistanê, Hewlêrê dijiya. Lê tu caran têkiliya xwe ji Amedê qut nekir. Ew yek ji endama Komeleya Karsazên Jin bû. Roja sêşemê saet di 07.30'ê sibehê de, li nexweşxaneyeke taybet a li Stenbolê dema ku ji nexweşiya Pençeşêra Kolonê dihate dermankirin canê xwe ji dest da.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin