Faîlê destdirêjiyê Orhan sibê dertê pêşberî dadger

Faîlê destdirêjiyê Orhan sibê dertê pêşberî dadger

Faîlê destdirêjiyê Orhan sibê dertê pêşberî dadger

A+A-

 

Çawişê pispor Mûsa Orhan ku li Sêrtê destdirêjî Îpek Er kiribû û û bûbû sedema intihara wê û bi sûcdariya “êrişa zayendî ya biwesf” berdayî tê darizandin, sibê di danişîna xwe ya yekemîn de dê derkeve pêşberî dadger.

Çawişê pispor Mûsa Orhan ku li Sêrtê destdirêjî Îpek Er kiribû û bûbû sedema intihara wê, bi sûcdariya “êrişa zayendî ya biwesf” berdayî tê darizandin. Wê sibê danişîna yekemîn a doza Orhan ku 1’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Sêrtê derbarê wî de vekiribû bê dîtin. Hat hînbûn ku wê Orhan bi rêya SEGBÎS’ê tevlî danişîna ku gelek komeleyên jinan, rêxistinên maf, nûnerên navendên mafên jinan ên baroyan tevlî bibin, bibe.

7 ROJAN GIRTÎ MA 

Îpek Er, piştî destdirêjiya ku ji aliyê Mûsa Orhan ve lê hatibû kirin, xwestibû dawî li jiyana xwe bîne û întihar kiribû. Piştî vê yekê 20 rojan li nexweşxaneyê hatibû tedawîkirin û di 18’ê tebaxê de jiyana xwe ji dest dabû. Piştî ku Er jiyana xwe dest dabû, li ser derlêdana parêzeran Mûsa Orhan di 19’ê tebaxê de hatibû girtin. Parêzerê Orhan, Mehmet Erkan Akkûş girtina Orhan li 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Sêrtê îttîraz kiribû û dadgehê di 25’ê tebaxê de Orhan dabû berdan. Serlêdanên îttîrazê yên Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê û Baroya Sêrtê yên ji bo berdana Orhan hatin redkirin. 

DAXUYANIYÊN SOYLÛ

Piştî mirina Er gelek bertek çêbûn û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû li hemberî van bertekan bêdeng nema û angaşt kir ku dema ku ferdekî ewlehiyê di nav bûyereke bi vî rengî de cih bigire destpêkê wî ji peywirê digirin û piştre jî îxrac dikin. Soylû, angaşt kir ku Orhan ji pewyirê girtine û îxrac kirine. Lê li gel van gotinên xwe jî dema ku Orhan hat berdan Soylû bertek nîşanî sazî û dezgehên çapameniyê yên berdana Orhan kirine rojev da. 

GOTINA FAÎLÊ DESTDIRÊJIYÊ NEHAT GIRTIN

Hat hînbûn ku ji ber sûcdariyên “êrîşa zayendî ya biwesf” û “sedema întiharê” gotinên faîl Orhan nehatine girtin û di serlêdana gilîkirinê ya parêzerên malbata Er de tu pêşveçûn çênebûye. Lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Êlihê weke gilîker gotinên malbata Er girtiye jî didome.  

Faîlê destdirêjiyê Orhan ku tenê 7 rojan girtî ma dê sibê di danîşan xwe ya yekemîn de derkeve pêşberî dadger. Wê parêzerên malbata Er daxwaza girtina faîl Er bikin. 

 

MA / Aydin Atay

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin