Sîrac Kirici

Sîrac Kirici

Hemû nivîsên nivîskar >

Êzîdî û rexneyên Şivan Perwer

A+A-

Ev demeke gotinên hunermend Şivan Perwer û berteka civaka Ezîdîyan di rojeva medyaya sosyal de ye.

Cihê xemgîniyêye ku wexta Şivan Perwer dipeyive, piranîya kurda bêdeng in…

Rêzdar Şivan, bi axaftin û hevpeyvînên xwe sinorên rexnekirinê derbas dike û heqaretî oleka kurda qedîm dike.

Ev bûyera jî diyar dike ku hûnermend û siyaset, hûnermend û ol, hûmemend û tarix, hûmemend û rexne yek ji têgeheheka ûsûl, edet û hed zanînêye.

Bi qeneta min piştî dengê rêzdar Şivan Perwer çû gûhê wî êdî xwe xist/dixe şûna, siyasetmedaran, xwe xist/dixe şuna oldar û dirokzanan. Êdi di her warî de xwe wek otorîteyekê dihesibîne û sinorê ji bo xwe nahêle.

Ji bo wî hebe, tunebe di rojevê de mayine.

Bê guman wexta mirov sinorê xwe zanibe di rojevê de bimîne/rojev tayin bike tiştekî baş e. Mixabin yekcarna pîvanê têk dide.

Di 43 salên vê talîyê de  bi qasî ku rêzdar Şivan Perwer dişopînim ji alî hûnerî bandorek mezin danîye ser Miletê Kurd.

Ezê ji xwe destpê bikim.

Nivşê me bi kilamên “hevalê bar giran im û hevalê şoreşvan im” mezin bûn..

Rola klama “kîne em“ û yên wek wî, di vejîna hişmendîya neteweyî de roleka pir erînî lîst.

Lê, wa dîyare  ”şohret“ hinekî kesan digûherine..

“Şohret wek îşligek/gomlegek ji agir e.” barekî giran dixe ser milê mirovan.

Herkes nikare wî barî hilgire.

Ev yeka di hunerê de, di wêje, siyaset û sporê de jî bi wî rengî ye.

Piştî demekê ew navdarîya wî/wê dibe sedem ku tixûbên xwe derbas bike.

Rêzdar Şivan yekcarna dibe Bakûrîyekî tûj, yekcarna xwe dispêre îrada Başûrê Kurdistanê, yekcarna dibe otorîta siyasî, yekcarna dibe diroknas û pisporekî oldar…

Ji dervayê xwe dikeve her rengî û her qalibî.

Kijan demî wexta ji rojevê dikeve berê xwe dide ola Ezîdî, çand û jiyana wan.

Xwedê giravî dixwaze “Ezîdî hin orf û edetên xwe yên kevin bûne û bersîva demê nadin bigûherînin“

Xwestin heqê wî ye.

Rexne heqê wî ye..

Xwezîka kariba van rexnên xwe bi awayekî maqûl û bi zimanek çêker bighîne/bigihanda temsildarên wan.

Çênd roj in ez ser vê mijarê difikirim..

Rêzdar Şivan, bi karên xwe yên vê taliyê ji rojeva Başûrîyan ket. TV û çapemeniya wan behsa wî nakin.

Bi vê helwesta erîşkarîyê dixwaze dîsa bala Hikumeta Herêma Kurdistanê bikşîne û tîma xwe bigûherîne.

Ev ne rêyeke rast e.

Tiştê xerab û mirovan diêşîne, wek her carê, vê carê jî, piranîya rewşenbir û siyasetmedarên nêzî herdû aliyan li hemberî heqaret û êrîşên Şivan Perwer bê deng in.

Gelek ji wan dibêjin em bi mijara “olê eleqeder nabin.”

Bi ya min heta dewletek me Kurdistaniyan çênebe ol û siyaset ji hev ne cûda ne.

Gotinek navdar ya Aristo heye “wexta rewşenbirên welatekî bi siyasetê eleqeder nebin encamek pir dijwar li benda wan e, ewê ji alî nezan û cahîlan werin idare kirinê”.

Heta niha çend ferman bi ser êzidîyan hatin, ji çend êş û ji çend jenosîdan derbas bûne em zanin.

Civaka Êzîdi bi mazûvanî, bi hevkarî û bi êş û têkiliyên xwe di civata Kurdan de di rêza yekemîn de ne.

Li Almanyayê ez rastî gelek bûyerên wan hatime.

Hin kirîvên wan tên Almanyayê li ser pişta Êzîdiyan serî  li penaberîyê dixînin, piştî mafê penaberîya xwe bi alikarî/xêra Ezidîyan digrin, roja ku karên wan xelas dibe, êrîşî ola Ezidîyan dikin û li Kurdistanê dest datînin ser mal û milkên wan.

Şivan Perwer û hin alîyên ku ola êzidîyan rexne dikin û biçûk dibînin divê zanibin ku her civat, her ol, her çand, her netew, di nav xwe de têkoşînekê didomîne, xwe nû dike.

Proses û gûherandina hin kêmasî û edetên bersîva demê nade wextekî dirêj digre. Biryara vê yekê di destê endam û pêşengên wê civatê de ye.

Kêmasî di her olî de heye.

Hûn li tarixa hemû olan mêzekin hûnê, kêmasîyên wan û pêvajoya reformên wan pir vekirî bibînin.

Ev tiştekî xwezayî ye.

Bê guman Şivan Perwer  êrîşî  Êzidiyan tenê nake,  êrîşî dezgeha siyasetê dike, êrîşî Serokên Kurda  dike,  êrîşî kevneşopî û bûyerên bi navê ”ne nûjen“ dike..

Êzîdî jî karin wî rexne bikin bêjin tu çû li kêleka Serokkomarê Tirkiyê sekinî û bû alavê siyasetê..

Lê, nekirin.
Dikarin bêjin , "Çima tu her dem tîmeke Başûrî ya ji tîmeke Bakûrî digre?
Çima tu ji bo Tîma Neteweyî naxebite?".

Lê Civaka Ezîdiyan rêzê li ked û xebata wî digrin.

Divê Şivan Perwer jî,
Civata Êzidiyan perçeyek ji Miletê Kurd bihesibîne û zilma Dewletên Dagirker û jenosîdên wan bîne ber çavên xwe.

Derd, êş û barê wan têra wan giran e.

Divê hunermend û siyasetmedarên me rêzê li wan bigrin. Bila, ew ji bo pêşeroja xwe, bi xwe biryara xwe bidin.

Têra xwe alim, oldar, rûsipî, nivîskar, hunermend, zana û rewşenbirên wan jî hene.

Önceki ve Sonraki Yazılar