Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

EZ NE PAK î ME!!!

A+A-

 

Ez ne PAK î me. (Partiya Azadiya Kurdistanê)

Lê ji bona PAK bi serkeve kar dikim

Ez ne PAK î me,

Lê ji bona ew bibe altarnatîfeke xurt  li bakurê kurdistanê hewl didim

Ez ne PAK î me,

Lê ji bona fikir û ramanên wê bikev nava ge l kar dikim

Ez ne PAKî me,

Lê ji bona PAK bibe deng û rengê kurdên bakurê kurdistanê di nava xebatê de me

Ez ne PAKî me,

Ji bona dijmin hesabê wê  bike û cidî bigire di nava çalakiyan de me.

Ez ne PAK î me,

Ji  bona PAK xwedî li hemî  hêjayiyên kurdan derdikeve jê hez dikim

Ez ne PAKî me,

Ji bona PAK siyasetke pak û delal  ji bona kurdan bike, jê re dinivîsînim

Ez ne PAKî me ,

Ji ber ku bi  hêjayiyên wê serbilind û kêmaniyê wî  jî  rexne dikim.

Ez ne PAK î me,

Lê ji bona PAK jiyaneke delal  bide gel, ji wê re dibim alîkar.

Ez ne PAKî me,

Ji ber ku bi vî temenê xwe ê  mezin nikarim barê wê ê giran hilgirim.

Ez ne PAK î me,

Lê ez dizanim ew ji bona min jî kar dike.

Ez ne PAKî me,

Lê ew ji bona kurdistaneke azad û serbixwe hatiye damezrandinê.

Ez na PAKî me,

Lê dizanim ew ji bona wek heviya civatê kar û xebatê dike.

Ez ne PAKî me,

Lê dizanim ku ew ji bona yekîtiya kurdan çê bibe, çi lazim be wê dike û wê bike.

Ez ne PAK î me,

Lê PAK ez im, ew bi min heye, ez bi wê heme, em bi hevre hene û bi hevre xurtir in.

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar