Evîna Hemê Şivan û Zeynê: 8

Evîna Hemê Şivan û Zeynê: 8

Diyar Budak

A+A-

Hemo şûrê xweyî tûj ji bin qirtikê Reşo şûnd va kişand. Reşo bêminet bêhna xwe girt. Bixwe ji xwe ra got; „Xwezî em daha pêşta lihev bihatana.” Xwîna Reşo li Hemo kelîya. Ji efûkirina Hemo dihat xûyakirin ew mirovek ne camêr bû. Ger ku wî zora Hemo bibira bê şik wî serê Hemo lêdixist û ew dukuşt. Reşo akilê xwe da sere xwe û Hemo da berhew. Gor wî Hemo ji wî gelek insaftir û aşitî xwaz bû.

Hemo û Reşo herdu jî birindar bûn. Lê birînên wan ne kûr bûn û dihatin pêçandin. Di şepikên wan da xwîn dilop dikir û di ser pişta hespan ra dirijîya.

Zeynê şarên dora serê xwe çirandin û bi çar perçan him birîna birayê xwe, him jî yê Hemo girêda.

Zeynê ji bo mêranî û berxwedana Hemo gelek serfiraz bû. Ji herdû birayên xwe ra careke din dubare kir û got. “Birano ez ji we ne erazî ne jî zêr û zîvan dixwazim. Ez tenê rizatîya we dixwazim ku bi Hemo ra bizewicim. Ji min ra alozî û propleman dermexînin. Min gor dil û evina xwe qerar da û bi Hemo ra revîyam.”

Herdu birayan bi fêdî li Zeynê guhdarî kirin û serê xwe raşandin. Nexwastin qise bikin. Lê wer xûya dikir ku gelek poşman bibûn.

Careke din hemû bi hev ra çûn ser kanîyê dest û rûyê xwe şûştin. Bi çengan av vexwarin. Dûra hatin bin siya tavîyê runiştin û ji hev lomê xwe kirin û axifîn. Zeynê bêdeng bû. Nedixwast li hember birayên xwe bêrêzîyek bike…

Hemê jî ji wan ra hurmeta xwe kêm nekiribû. Bi rêz û rûmeta xwe ew dan sekinandin.

Ew li wir biskinin. Em li dû rêça birayê din bikevin. Xaldûn ku va çûbû û nuha li kuderê bû?

Em vegerin di nav erdê Kurdistanê da li Xaldûn axa bigerin….

Birayê Zeynê piçûk li ser tabaxa Gêxî ye, li pîye Erzurumê gerîya. Ji gelek gund û hereman derbas bû. Li zozan û çîyan, li deşt û çeman, li goman û mezran û di nav daristanan da gerîya. Di rê da gelek ji însanan pirs dikir û keç û xortên li hespên rehwanî sîwarbûyî tarîf dikir.

Ji Hemo dest pê dikir û digot:

„Zilamêk simêl qeytan û suret genimî. Xortek 24-25 salî, bejin direj û narîn, bi xilafeta xwe mîna began, bi qisekirina xwe mina muxtarê gundan e…“

Ji bo Zeynê jî digot:

Keçikek bejnzirav û tenik e
Lixwekirîye fîstanek dirêj cincinik e
Pordirêj e û gulî reşxelek e
Ser sûretê wê heye şanik e
Histû dirêj e mîna bendik e
Sûretê wê hunarî û panik e
Pozpijîn û lêvqelem e
Xuya dike mîna perî û melek e
Dibijî qey ew keçika stêrik e
Gelek narîn, nazdar û canik e

Tarîfkirina wî dida xûyakirin ku Xaldûn ji xuşka xwe pir hezdikir. Loma dixwest wê bibîne û pirs jî bike, ku bi dilê xwe yan jî bi zorê hatîye revandin?

Gelek rêwî, zilam û jinan ji wî ra gotin; „Na me kesên mîna tarîfa te nedîtîye“.

Xaldûn kor poşman şûnd va vegerîya û berê xwe da ser Deşta Gewran. Berê hespê xwe ber bi deştê û li alî pîyê Dilî begê vegerand. Di nav daristanan da rastî pîrejinekê hat û ji wê jî pirs kir. Mesele ji pîrejinê ra jî vekir û got. Pîrejinê jê ra got; „tu di salê lawê min da yî. Pir bi kîn û hêrs xûya dîkî. Ji kerema xwe bi ber bayê hêrsa xwe mekeve. Du caran bifikire dûra biryara xwe bide, xorto. Hîn tu sivik î û tecrûba te ya jîyanê kêm xûya dike.“

Pîrejin bi rastî gelek ziman şîrîn û mina evdal û dewrêşan zana bû. Got; „navê min Revîn e. Ez bi salane ji gund û mêr û malbata xwe dûr ketime. Ez bi destê zorê hatim zewicandin. Ne min ji mêrê xwe, ne jî mêrê min ji min hez kir. Min ji zilamek, wi jî ji keçikek din hez dikir. Ne ew gihişt evîna xwe ne jî ez. Timî ji min ra digot; ‚ez te nedixwest, malbatê min bi zorê bi tera zewicandim.’ Di nav Kurdan da gelek kes bêdil tê zewicandin û dûra jî hevdu berdidin û zarokên wan sêwî dimînin. Xortanîya xwe da keçika ku zilamê min jê hezdikir, mêrê wê jinikê (keçikê) çûbû di çemê Munzur da masiyan bigre, lê di avêda dixeniqe. Jinik bê mêr, bî ma, zilamê min jî ez berdam û çû bi wê hezkirîya xwe ra zewicî. Bi rastî min jî dixwast ew biçe û bi wê ra bizewice. Lê wî ez ji malbata xwe kirim der. Ez niha bi salane bê mal û bê war im. Evîndar lazim e bi hev ra bên zewicandin û bigihên miradê xwe. Zarokên ji wan jî jêhatî, çeleng û zîrek dibin. Ez şûna te da bim dihêlim Hemo û Zeynê bigihîjin hev û jîyanek bi evinî bidomînîn. Jiyan ders e, xorto. Ez bawerim tu jî rojekî zû wê dersê hîn bibî û bigrî…“

Xaldûn çû destê pîrejinê maç kir. Xatirê xwe jê xwest û berê hespê xwe ber bi Qonaxa Dilî begê da û ajot. Mina Huseynê li ser pişta Zulcenahe û li Kerbelayê, hespê xwe ajot, ji ber çavan dûrket û wenda bû.

Roja din, ew jî gîhîşt Deşte Gewran, Ji dûr va deng dihat guhê wî. Ji hîrîna hespan wî texmîn kir ku ew hespên herdu birayên wî yê mezin in. Ber bi wan hespê xwe ajot û nêzikî wan bû. Mêze kir ku çi bibîne?

Sê kes li bin sîya darê da rûniştine. Zeynê, hebîkî ji dûrî wan li ber devê kanîyê û di bin sîya darbizîyê da rûniştîye.

Hinek dîsa nêzik bû, dît ku herdu birayên wî bi Hemo yê Şivan ra runiştine û bi aşitîyane bi hev ra qise dikin. Kerba dilê wi gelek zêde bû. Kilamek avet ser birayên xwe û her gotinek wî weke axû ji ser zimanê wî diweşîya.

Wêl birano, wêl birano, wêl birano
Hûn ne mêr û ne jî camêrno
Hûnê lawē sekbavan birano
Hûn dola naxircî û aşwancîyano
Êsîr û dutsaxê Hemē Şivano
Giranbû navê wan çolano
Wê deşta we kir pir erzano
Bê rû, bê şeref û nezanino
Hûn dola kutî û kerano
Dutsaxê Hemê Şivano
Hûn bi çavên xwe bibînin jin û mêrano

Xaldûn gelek bi hêrs û şerûdî bang li Hemo kir û xwest di derbekî da kinda wî derdest bike. Xwîna wi birijîne ser axa Deşta Gewran. Hê danê êvarê bû, li Hemo vegerîya got:

Rabe bigre hêze xwe, Şivanê pezan
Bide bersîva min, bi darê riman
Ger ku me dî ezê xwîna te birijînim li van erdan
Hemo xwe nîşande, ev der e meydan

-didome-

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin