Êrîşên Xor Morê

Êrîşên Xor Morê

.

A+A-

Ziryan Rojhilatî

Pêşekî

Berevajî êrîşên berê ku bêhtir Hewlêr û derdora wê dikirin armanc, vê carê di dema rojên borî de 3 êrîşên bi mûşekan li ser zeviya gaza Xor Morê li sînorê devera Çemçemalê hatin kirin.

Heta niha tu alîyekê berpirsatiya wê êrîşê negirtiye ser xwe, lê ev pêşhateke nû ye û di êrîşên grûpên çekdar ên li ser Herêma Kurdistanê de werçerxanek e, ji ber ku armanca vê carê navçeyek e ku desthilat û bandora Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) lê zêdetir e û pêwendiyên YNKê yên xurttir û bihêztir jî bi Îran û komên Şîe re hene; lê çima?

Kê êrîş pêk anî?

Her çiqasî sêgoşeya di navbera başûrê Kerkûkê – Çiyayê Hemrînê û bakurê parêzgeha Diyaleyê de hêj wek cihê lotikavêtina DAIŞê ye û car caran ji wir êrişî ser pêşmergeyan tê kirin, lê ji ber ku qet nebe ji sala 2020an û bi şûn de, şiyan û kelûpelên êrişên mûşekî yên wiha berbiçav li ber destê DAIŞê nînin, zehmet e karê wê bûbe.

Li gorî gotina rayedaran be jî, mûşek ji cureyê Katyûşa bûn û bi liberçavgirtina cureyên cuda yên vê çekê ku li Iraqê hene, ne dûr e ku li cihekî li navçeyên navbera başûrê Kerkûkê heta bakurê parêzgeha Diyaleyê, ku dîriya wan ji 20 - 40 kîlometreyan ne zêdetir be, bi ser Xor Morê de hatibin avêtin!

Helbet heke cureyê katyuşa bê diyarkirin û ji wan cureyan be jî ku mesafeyeke dûr û dirêj qut nekin û dûriya 8-9 kîlometreyan diçin, wê demê divê em li hundirê Herêma Kurdistanê li cihê teqandina mûşekê bigerin ku ev jî hêleke cuda dide mijarê.

Ji ber ku di tundtirîn hevrikiyên navxweyî yên van çend salên dawî de, hêzên kurdî çek li dijî hev bikar neanîne, wek bijarteyeke dûrî rastiyê tê pêş çav ku kes yan aliyekê navxweyî ev kar kiribe.

Li wê gorê ku deverên navbera sêgoşeya başûrê Kerkûkê –Hemrîn û Diyaleyê, cihê komên cuda yên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê ne jî û navçeyên valahiya ewlekarî li wir pir in, guman her diçe ser wan grûpên çekdar ku li pişt êrişên mûşekî û dronî yên li ser Herêma Kurdistanê ne.

Çima ev êrîş hatin kirin?

Êrîşên li ser Xor Morê di demekê de tên ku piştî demeke alozî û sarbûn, piştî destpêşxeriyên Nêçîrvan Barzanî - Plasschaert di pêwendiyên YNK û PDKê de vebûnek çêbûye, ku wer dixuye ku piştî vekişîna Sadr ji parlamentoyê û destpêkirina qonaxeke nû, ew her du hêz ji berê zêdetir neçar in ku li hev bikin.

Her wisa êrîş piştî wê yekê hatin ku piraniya serkirdeyên şîe di rojên borî de bi tîn û germî pêşwaziya Lahur Şêx Cengî kirin, ku wek fişareke siyasî li ser "Yekîtiya Nû" tê dîtin, ev jî di demekê de ye ku berê ev grûp di dema bûyerên têkildarî jikardûrxistina wî de, bêhtir bêdengî wek berjewendî dîtibûn! Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di destpêkên vê mehê de ragihandibû ku dê du şirketên neft û gazê ava bike! Bê şik zehmet e bikare vê bêyî razîbûna YNKê bike û dibe ku li ser vê jî di navbera her du aliyan de nêzîkbûnek çêbûbe.

Dema mirov van tiştan li cem hev rêz dike, êrîşên mûşekî û zextên siyasî wek du amûrên bibandor ji bo rêgirtina li peymaneke hîpotezî di navbera YNK û PDKê de, li ser mijara gaza xwezayî, wek îhtîmaleke xurt xuya dike.

Helbet divê li cihekê ew yek jî were tomarkirin ku êrîş dikarin bandorê li ser biryara kompaniyên biyanî yên ku di sektora enerjiyê ya Herêma Kurdistanê de kar dikin jî bike û hevdem e jî ligel nameya duyem a hişyarkirina hikûmeta Iraqê bo kompaniyên biyanî derbarê çarenivîsa karkirina wan ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê!

Faktoreke din ku çêtir e li ber çavan bê girtin ew e ku piştî vekişîna Sedr ji parlamentoyê, aliyên sereke yên Çarçoveya Hemahengiyê wek Amirî û Malikî, neçar dibin li gel PDK û Teqedûmê lihev bikin, da ku hikûmeta wan a paşerojê bibe xwediyê rewatiyeke rêjeyî. Dema ku vê yekê bikin, hingê neçar in li hemberî zextên komên çekdar li ser Herêma Kurdistanê û parêzgeha Enbarê (Helbûsî) helwesteke ji berê cudatir nîşan bidin. Ev ji bilî wê yekê ku dê neçar bibin hinek daxwazên wan koman paşguh bikin.

Bi liberçavgirtina cudahiyên pêkhênerên Çarçoveya Hemahengiyê, ev tiştekî beraqil e. Hadî Amirî ji Lêvegera Bilind daxwaz kiribû ku rê li têkdana proseya siyasî bigire, ev jî bi awayekî nerasterast tê wê wateyê ku dê xeta sor li ser navê Malikî deyne, ji ber ku Lêvegera Bilind beriya niha gotibû, kesê ku hatiye ceribandin bila dîsa neyê ceribandin. Li gorî nûçeyan be jî, Nûrî Malikî dixwaze Çarçoveya Hemahengiyê di zûtirîn dem de biryarê li ser berbijêrê serokwezîriyê bide.

Sekretêrê Esaibên Ehlê Heq Qeys Xezelî gotiye, eger hikûmet wek berê bê avakirin dê bibe karesat û divê serokwezîrek be ku bikaribe pirsgirêkên aborî çareser bike. Ger na jî, bila hilbijartin bên kirin. Ev tişt ne bi dilê Malikî ye. Wer dixuye Ketaibên Hizbullahê jî ji rewşê nerazî bin ku tê texmînkirin piştî vekişîna Sedr, 6 kesên nêzîkî wan li parlamentoyê hebin û di daxuyaniyeke xwe da ragihandiye: Em ne beşek ji hikûmetên berê bûn û ne jî beşek ji rewşa niha ne.

Di dema mijarên taybet bi NATOyê li Rojhilata Navîn, serdana çaverêkirî ya Biden û hevdîtinên çaralî yên di navbera Amerîka, Hindistan, Îmarat û Îsraîlê de; êrîşa li ser şirketeke Îmaratî ya Erebî li Herêma Kurdistanê dikare hêleke rikeberiya hêzdarî ya navçeyî jî li xwe bigire.

Dawî

Êrîşên li ser Xor Morê di êrîşên komên çekdar ên li ser Herêma Kurdistanê de xala werçerxê ye. Dibe ku armanca sereke li vir pêşîgirtina li egera nêzîkbûn û tifaqa zêdetir a di navbera YNK û PDKê de be, xasma di mijara enerjiyê de. Ev ji bilî wê yekê ye ku kompaniyan neçar bikin ku bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re kar nekin.

Gengeşeyek di nava Çarçoveya Hemahengiyê de tê dîtin li ser ka kî bibe serokwezîr. Dibe ku Mistefa Kazimî jî bixwaze bimîne. Di vê çarçoveyê de, serdana wî bo Tehranê bi çi sedemê dibe bila bibe, di van kêliyan de bêhna wê yekê jê tê ku dixwaze bibêje: Ez dikarim namzetê bêtifaqiya aliyan bim û bimînim. Lê belê, çi Kazimî be yan jî kesekî din be, girîng e mijara êrişên mûşekî û tedbîrên teknîkî û leşkerî ji bo pêşîgirtina li wan, bibe mijara hevbeş di navbera YNK û PDKê de di danûstandinên wan de bo avakirina hikûmetê!

Çavkanî / Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin