Erdogan û Trumpî pêwendîyeke telefonî danîn

Erdogan û Trumpî pêwendîyeke telefonî danîn

Hat ragihandin ku Serokomarê Tirkîyeyê Receb Tayyîb Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump pêwendîyeke telefonî danîn û li ser krîza S-400an û mijara Sûrîyê gotûbêj kirin.

A+A-

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump di peywendiyeke telefonî de çend mijar gotûbêj kirin, di nav wan de jî mijarên kirîna mûşekên S-400 ji aliyê Tirkiyê ve ji Rûsyayê û rewşa Sûriyê.

Serokomariya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku Recep Tayyip Erdogan û Donald Trump li ser karkirina bi grûbekê,  ji bo çareserkirina pirsa sîstema mûşekî ya S-400 a Rûsî axivîne.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku herdu aliyan li ser rewşa Sûriyê jî axivîne û li hev kirine ku di hevahengiya jinavbirina "grûpên terorîst" de berdewam bibin.

Erdogan daxwaza Tirkiyê ya li ser gihandina qebareya danûstandina bazirganiyê ya li gel Amerîkayê heta 75 milyar dolaran, cardin aniye ziman.

Li alîyekî din, Koşka Sipî jî li ser vê hevdîtina Edogan-Trumpî daxuyanîyek belav kir û ragihand, herdu alî jî li ser mijarên wekî berfirehkirina bazirganîyê, fikarên li ser ewlehîya bakûrê Sûrîyê, mijara S-400an gotûbêj kirine.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku, Washîngtonê gotibû S-400an dê sîstema F-35an bixe metirsîyê. Li ser vê jî Enqerê ragihandibû di derbarê bandora S-400an a li ser sîstema F-35an komeke xebatê dê were damezirandin û ev komexebat dikare li ser bandora S-400an a li ser F-35an kar bike. Lê heta roja îna heftîya borî jî ti bersiv ji Washîngtonê wernegirtîye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin