Erdogan serdana Diyarbekirê dike

Erdogan serdana Diyarbekirê dike

.

A+A-

AK Partî roja 15ê Cotmehê li Diyarbekirê mîtîngekê saz dike.

AK Partî roja 15ê Cotmehê li Diyarbekirê mîtîngekê saz dike. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan jî serdana Diyarbekirê dike.

Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêşdanê (AK Partî) û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan roja 15ê Cotmehê serdana Diyarbekirê dike. Erdogan dê beşdarî mîtînga partiya xwe ya li Qada Îstasyonê û merasîma vekirina çend projeyan bibe.

Tê çaverêkirin, Erdogan di mîtîngê de behsa pirsgirêka Kurd û gavên ku di heyama AK Partiyê de hatine avêtin bike. Li gorî zanyariyan, Erdogan dê di heman rojê beşdarî hin çalakiyên Festîvala Riya Çandê ya Sûrê jî bibe.

Erdogan, ji bo hilbijartinên giştî yên 2023an daxwaza zêdetir dengên Kurdan dike. Di hilbijartinên giştî yên 2018an de AK Partiyê li Diyarbekirê, bi ji % 21,5ê dengên 3 kursî, HDP’ê ji % 65,5ê dengan 9 kursî bidest xistibûn.

Erdogan, di serdana xwe ya dawî ya Diyarbekirê de gotibû ku; ne wan dawî li pêvajoya çaresiyê aniye û aliyê HDPê bi wê yekê tometbar kiribû.

(K24)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin