100 milyon dar li bajarê Hewlêrê tên çandin

100 milyon dar li bajarê Hewlêrê tên çandin

.

A+A-

Heta sala 2030ê zêdetirî 100 milyon daran li Hewlêrê tên çandin.

Di çarçoveya Master Plana Hewlêrê de bi hevahengiya ligel Rêxistina Hasar, heta sala 2030ê zêdetirî 100 milyon daran li Hewlêrê tên çandin.

Wezîrê Şaredarî û Geştûguzariyê Sasan Ewnî duhî 10ê Cotmeha 2022an pêşwaziya Cîgirê Serokê Rêxistina Hasar bo Zanistên, Zeviyan Gaşbîn Îdrîs û Rêveberê Kompanyaya Şamaran, Newzad Îbrahîm kir.

Di civînê de ku şêwirmend Dr. Şarmîn Elî û Rêveberê Giştî yê Nexşedanê Dr. Çiwas Ebdulhadî amade bûn, Wezîrê Şaredarî û Geştûguzariyê Sasan Ewnî bal kişand li ser hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo zêdekirina şînahiya bi rêya çandina daran û çêkirina kemberên kesk li Hewlêrê. Tekez jî kir ku hikûmet li gorî plana xwe, kar ji bo zêdekirina rêjeya keskayê li Hewlêr û Herêma Kurdistanê dike.

Di beşeke din a gotûbêjan de, şanda mêvan pêşniyara cîbicîkirina planeke stratejîk kir ku bi hevahengî li gel Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê û aliyên peywendîdar, dixwazin heta sala 2030î zêdetirî 100 milyon daran li Hewlêrê biçînin.

Wezîrê Şaredarî û Geştûguzariyê Sasan Ewnî jî piştgirî da destpêşxeriya şandê û tekez kir ku ev plan ji bo xizmetkirina Kurdistanê di warê zêdekirina rêjeya keskahiyê û rûbirûbûna guherîna keşûhewayê gelek pêwîst e, bi taybetî çandina daran ku yek ji sembolên sirûşta Kurdistanê ye û ji aliyê hikûmet û Wezareta Şaredarî û Geştûguzar pêwîst be ji bo serkeftina vê plana stratejî, ew ê hevkar bin û ew ê di warê dabînkirina erd di kembera kesk, park û baxçeyên nehatine avakirin de bibin alîkar û dê di heman demê de jî çavdêriya qonaxên cibicîkirina vê plana stratejîk jî bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin