Erdogan: Proseyek bi navê Astana nema ye!

Erdogan: Proseyek bi navê Astana nema ye!

Serokomarê Tirkîye Recep Tayyip Erdogan, girêdayî bûyerên li Idlibê rû didin dîyarkir, ku: “Proseyek bi navê Astana nema ye!”

A+A-

Navenda Nûçeyan- Erdogan piştî vegera xwe ji Senegalê, di belafirê de bersivên rojnamevanan liser bûyerên rojevê dan.

Liser Proseya Astana Erdogan got: “Wekî Tirkîye, em alîyek bi bandor in. Em rojek li rast, rojek li çep nîn in. Proseyek bi navê Astana nema ye. Ji bo ku carek din em proseyê zindî bikin, dive em binerin – wekî Tirkîye, Rûsya û Îran em dikarin çi bikin”.

Erdogan got: “Ger Rûsya bawerîyê bide, dikare serbikeve. Ger liser Rêkeftinên Soçî û Astana Rûsya girêdayî sozên xwe be, em dê berdewam bikin. Lê, roja îro Rûsya bawerîyê nade û ne girêdayî sozên xwe ye. Yan dê di pêvajoya Sûrîye de, rêyek cuda bigre ber, yan jî Tirkîye dê rêyek cuda bigre ber”.

 K24

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin