Rûsya, rola Serok Barzanî bilind û dîrokî dinirxîne

Rûsya, rola Serok Barzanî bilind û dîrokî dinirxîne

Serok Barzanî ligel Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsya yê Karûbarê Rojhilata Navîn û Efrîqa û şanda pê re civîya

A+A-

Navenda Nûçeyan- Di civînê de Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsya yê Karubarê Rojhilata Navîn û Efrîqa silavên Serok Putîn û Wezîrê Derve yê Rûsya bi Serok Barzanî gihand û ji bilî tekez kirin a l ser pêwendîya dîrokî ya gelê Rûsya û gelê Kurdistanê û rola malbata Barzanî ya li wan pêwendîyan de, Serok Barzanî jî, wekî dostek mezin ê gelê Rûsya wesif kir. Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsya yê Karubarê Rojhilata Navîn û Efrîqa pêzanînên xwe jî, ji bo aramî û pêgeha Herêma Kurdistanê ya li navçeya Rojhilata Navîn hebû û daxwaza welatê xwe, ya ji bo pêşxistina pêwendîyên di navbera her dû alîyan de nîşan da.

Her di vê civînê de, Serok Barzanî spasî Serok Putîn û Wezîrê Derve yê Rûsya kir û herwiha spasî helwesta Hikûmet û kompanyayên Rûsya kir, ku li rojên dijwar û teng da li beranber Herêma Kurdistanê helwestên erênî û bilind nişandan. Serok Barzanî balkişand ser pêwendî û dostatîya kevin a di navbera her dû gelên Kurdistan û Rûsya de û bi pêwîst jî zanî, wan pêwendîyan kûrtir û berfirehtir bikin. Li beşek din ê vê hevdîtinê de Serok Barzanî dilgiranîya xwe, liser paşeroja gelê Kurd li Sûrîye bi Nûnerê Taybetî yê Serokê Rûsya gihand û dîtin û pêşnîyarên xwe, yên ji bo çareserkirina kêşeya gelê Kurd li Sûrîye xiste rû.

Rewşa sîyasî û pêşhateyên dawî yên navçeyê û gefa hizra tundî û terorê û metirsîyên bihêzbûn a terorîstên DAIŞ mijarek din ê vê civînê bûn.

 

K24

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin