Erdogan: Hebûna me li Sûriyê ne daîmî ye

Erdogan: Hebûna me li Sûriyê ne daîmî ye

Erdogan: Hebûna me li Sûriyê ne daîmî ye

A+A-

Serokomarê Tirkiyê tekez dike, mana hêzên wan li Sûriyê ne bi awayekî daîmî ye.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan di hevpeyvînekê ligel rojnameya “The Peninsula” a Qeterî re ragihand, mana hêzên Tirkiyê li Sûriyê bi ne bi awayekî hertimî ye û çavê Tirkiyê ne li ser ti welatekî ye.

Erdogan got, her dem krîza Sûriyê çareser bibe, ew ê hêzên xwe ji Sûriyê vekişînin. Lê heta wê demê, ew ê di çarçoveya rûbirûna terorê û rêkeftina Edeneyê de, berevaniyê li welatê xwe bikin.

Tekez kir jî, ew rê nadin Idlib yan ti cihekî din ji Sûriyê, bibe gefek li ser ewlehiya Tirkiyê.

Tirkiye di Tebaxa 2016an de bi operasyona “Mertala Firatê” derbasî bakurê Sûriyê bû û beşek jê dagîr kir. Di Şibata 2017an de bajarê El Babê dagîr kir. Di Adara 2018an de Efrîn û di Cotmeha 2019an de Serê Kaniyê û Girê Sipî dagîr kirin.  Herwiha ji Havîna sala 2017an ve, Tirkiyê 12 xalên çavdêriyê li Idlibê ava kirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin