Erdogan gefa Ermenistanê xwar: Wê hesab bidin…

Erdogan gefa Ermenistanê xwar: Wê hesab bidin…

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di vekirina xula 27emîn a Parlamena Tirkiyê de gotarek pêşkeş kir û li ser şerê navbera Azerbaycan-Ermenistanê li Qerebaxê daxuyanî dan.

A+A-

Erdogan gef li Ermenistanê xwar û got, “Ez yên piştevaniya Ermenistanê dikin hişyar dikim, wê hesab bidin.”

Erdogan piştgiriya xwe ya bi her awayî bo Azerbaycanê ragihand û got ku Azerbaycanê pêngava navika xwe bi xwe bibire avêtiye û dem dema encamê ye.

Serokomarê Tirkiyê herwiha got, “Li vê herêmê rêya aştiya mayînde vekişîna Ermenistanê ji herêmên Azerbaycanê yên dagir kiriye ye.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin