ENKS û PYDê di warê sîyasî de li hev kirin

ENKS û PYDê di warê sîyasî de li hev kirin

ENKS û PYD piştî çendîn civîn û hevdîtinan, di warê sîyasî de li hev kirin û biryar e di rojên pêş de jî derbarê pirsên serbazî û rêveberîyê de gotûbêjan bikin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Jêderên taybet bi Rûdawê ragihandin, ku Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) û Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD), hevdîtinên wan ên rasterast bi serpereştîya Amerîkayê berdewam in û wan di warê sîyasî de li hev kirine û tu pirsgirêk di navbera wan de nemane.

Çavkanîyên taybet ji Rûdawê re dan xuyakirin, ku PYD û ENKS li ser pêşeroja Rojavayê Kurdistanê, helwesta li hember hikûmet û opozisyonê, pêwendîyên bi welatên cîran re û gelek pirsên din yên çarenivîssaz lihev kirin çêbûye û Amerîka jî wan hevdîtinan birêve dibe.

Frensa jî piştgirîya wê projeya Amerîkayê dike.

Endamê meclîsa PYD Ebdulkerîm Sarûxan jî ji Rûdawê re got, êdî dem hatîye ku Kurd rêza xwe bikin yek.

Sarûxan herwiha got, dema wê hatîye ku lêvegereke sîyasê ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê çêbibe û astengên ku berê hebûn nemînin.

Roja 26ê Nîsana îsal, Şanderê Amerîkayê yê bo karûbarên Bakur Rojhilatê Sûrîyê William Roeback li gel alîkara xwe serdana Rojavayê Kurdistanê kiribûn û bi giştî li gel 22 partîyên Kurdî û bi taybet partîyên ser bi ENKSê û TEV-DEMê re hevdîtin kiribûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) jî têkildarî serdana şanda Amerîkayê û hevdîtinên wê şandê li gel partîyên Kurdî daxuyanîyek dabû û destnîşan kiribû, ku ew civîn û hevdîtin di çarçoveya destpêşxerîya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk, Mazlûm Ebdî de û ji bo yekrêzîya alîyên kurdî li Rojavayê Kurdistanê de bûye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin