Amerîka: Em çavdêrîya karê Mistefa Kazimî dikin

Amerîka: Em çavdêrîya karê Mistefa Kazimî dikin

Îro roja pêncşemê Amerîkayê aşkere kir destbikarkirina hikûmeta Iraqê bo proseya demokrasîye girînge û ew çavdêrîya karkirina kabîneya Mistefa Kazimî dikin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Îro roja pêncşemê Berdevkê Wezîrata Derve yê Amerîkayê Morgan Ortagus di konferanseke rojnemevanî de axivî û aşkere kir ew piştevanîya kabîneya Mistefa Kazimî dikin ji ber girîngîyê dide daxwazên xelkê Iraqê.

Herwiha Morgan Ortagus da zanîn ku divê xelkê Iraqê alîkar be ji hikûmeta nû re û hikûmet jî kar bo çareserîya daxwazên xelkê bike. Morgan Ortagus da zanîn Amerîka piştgirya serwerîya Iraqê dike.

Piştî parlementoya Iraqê bawerî da kabîneya Mistefa Kazimî aşkere kiribû wê dawî li kêşeyên Iraqê bîne û daxwazên xelkê jî bi cî bike.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin