“Endîşeya Pêxember” bi zimanê kurdî derket

“Endîşeya Pêxember” bi zimanê kurdî derket

Merdan Newayî kitêba “Endîşeya Pêxember” ya Yavuz Ekinci ji zimanê tirkî wergerandiye kurdî û weşanxaneya Avestayê weşandiye.

A+A-

Merdan Newayîyî kitêba “Endîşeya Pêxember” ya Yavuz Ekinciyî ji zimanê tirkî wergerandiye kurdîyê û weşanxaneya Avestayê weşandiye.

 

Yavuz Ekinci ji Êlihê ye û xwediyê du xelatên girîng yên edebiyata tirkî, Haldun Taner (2005) û Yunus Nadi (2008) ye.

 

Kitêbên Ekinciyî “Erdên Bihuştê yên Winda” û “Ayetên li Can Nivîsandî” ji zimanê tirkî ji bo zimanê kurdî hatibûn wergerandin.

 

Piştî weşanxaneya Avestayê dayî zanîn ku kitêba nivîskarî hatiye weşandin, îro wêneyê nivîskarî digel kitêba wî weşand.

 

Herweka kitêbeka Ekinciyî ya bi navê “incir” bûye senaryoya fîlma  İz / Reç (2011) ya Tayfun Aydinî.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin