Emmanuel Macron careke din dibe Serokê Fransayê

Emmanuel Macron careke din dibe Serokê Fransayê

.

A+A-

Li gor encamên destpêkê yên hilbijartina serokatiya Fransayê, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bi bidestxistina piraniya dengan berbijêra rastgir Marine Le Pen şikest daye û bo cara duyemîn wek Serokkomarê Fransayê hatiye hilbijartin.

Li gor agahiyan, Macron di navbera %57 heta %58,5ê de deng bidestxistine û li Marine Le Pen jî di navbera %41.5 heta %43 de deng bidestxistine.

Encama gera duyem a hilbijartinên îsal ji encamên gera duyemîn a sala 2017an kêmtir e, ku wê demê Macron di gera duyem a hilbijartina de %66 dengan misoger kiribû.

Li gor encamên destpêkê, Macron bo cara duyem wek Serokkomarê Fransayê tê hilbijartin. Macron yekem kes e ku piştî sala 2002an du caran li pey hev dibe Serokkomarê Fransayê.

Tevî ku Marine Le Pen li gor encamên destpêkê dengekî kêmtir bidestxistiye, lê belê hilbijartinên îsal weke serkeftineke nawaze bi nav dike. Le Pen di peyamekê de soz da ku li ser siyasetên xwe berdewam be û tekez kir, ew teslîm nabe.

Piştî diyarbûna encamên destpêkê, berpirsên Ewropî pîrozbahiya serkeftinê li Macron kirin.

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen, Serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghi û Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis ji yekem rayedarên Ewropayê bûn ku li benda encamên dawî û fermî yên hilbiajrtinê nekirin û her zû pîrozbahî li Macron kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin