Em di parastina Kurdan de bi biryar in

Em di parastina Kurdan de bi biryar in

Ez tim li kêleka gelê Kurd bûm û bi taybet jî hûn dilsoziya min a bi hevpeymanên me yên şerê DAIŞê dikin re baş dizanin

A+A-

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron got, "Ez tim li kêleka gelê Kurd bûm û bi taybet jî hûn dilsoziya min a bi hevpeymanên me yên şerê DAIŞê dikin re baş dizanin.”

Macron li Lutkeya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya Brukselê ji medya Kurdistanê re ragihand, Fransa bi biryar e parastina Kurdan li Sûriye û Iraqê bike.

Macron destnîşan kir, "Pêşî divê ew (Kurd) pê bawer bin ku emê DAIŞê bi hev re tune bikin ku hindik maye em tune bikin. Piştre jî em bi biryar in ewlehî û aramiya wan biparêzin.”

Macron bangewazî kir ku divê ti kes ji ber şerê HSDê yê dijî DAIŞê deyndariya xwe ya ji bo Kurdan ji bîr neke û li dijî biryara vekişînê ya Amerîkayê got, “Divê hevpeyman pêbawer bin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin