HSDê serkeftinê ragihand û Ey Reqîb xwend!

HSDê serkeftinê ragihand û Ey Reqîb xwend!

Piştî şerekî bi 41 rojan, Hêzên Sûrîya Demokratîk li Baxozê serkeftin li dijî DAIŞê ragihand. Li navenda Baxozê alaya HSDê hat daçikandin û sirûda neteweyî Ey Reqîb hat xwendin!

A+A-

Berpirsê Ragihandinê yê HSDê Mistefa Balî li ser twitterê ragihand: “Baxoz hat rizgarkirin, serkeftina leşkerî jî li dijî DAIŞê bi dest hat. Em vê serkeftinê li xizmên şehîdan û birîndarên me pîroz dikin. Ew qehremanên ku bêyî wan ev serkeftin bi dest nediket. Piştî çend salan ji qurbaniyên mezin, mizgîniya jinavçûna bi navê dewleta xelafet didin cîhanê û em peymana xwe li ser berdewambûna li şer û jinavbirina wan çekdarên ku mane nû dikin heta ku bi temamî werin bidawîkirin.”

Piştî vê, hate belavkirin ku  Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi boneya serkeftina di şerê dijî DAIŞê, li Baxozê bi sirûda Ey Reqîb çend nimayîşên leşkerî encam dan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin