Ekrem Onen: "Xwezî Sykes Picot biçûya serî"

Ekrem Onen: "Xwezî Sykes Picot biçûya serî"

Sykes Pîcot piştî 100 salî careke din vegeriya rojevê û kurdan bi gelek hemlet û hilkeftinên cûrbicûr ew "peyman" protesto kir.

A+A-

Sykes Pîcot piştî 100 salî careke din vegeriya rojevê û kurdan bi gelek hemlet û hilkeftinên cûrbicûr ew "peyman" protesto kir. Lêkolîner û pisporê medyayê Ekrem Onenî bersiva pirsyarên Sputnik Kurdistanê da bê ka Sykes Picot çi ye û ne çi ye.

Cesim İlhan

Sykes Picot Kurdistan û Rojhilata Navîn giş perçe kir. Sykes Pîcot peyman e yan çi ye? Gelo bi rastî Kurdistan perçe kiriye? Rola hêzên kurdan di çareserkirina pirsyara kurdan de çi ye? Dewletên Navdewletî dê ji bo kurdan çi bikin? Lêkolîner û Pisporê Medyayê Ekrem Onen bersiva gelek pirsyaran da.

 

Herkes behsa peymana Sykes Picot ê dike. Lê kêm kes vê peymanê baş dizanin. Ez dixwazim di destpêkê de bipirsim, ev peyman çima ewqas girîng e? Ji bo kurdan ji wateya wê heye?

 

Kurd ji bo ewqas behsa vê peymanê dikin? Berya hertiştî dixwazim fehma ne rast di derbarê Sykes-Picot-Sazanov ku di civatê de heye serast bikim: 1- Ev ne peymane, lihevkirine. 2- Ev li hevkirin navê wê jî ne bes Sykes-Picote, navê vê lihevkirinê yê rastî Sykes-Picot-Sazanove ji ber ev lihevkirin di navbera sê dîplomatên înglîzî, fransî û rûsî pêk hat. 3-ji bo vê Lihevkirin di civatê de fehma hakim weke ku çûbe serî ew jî ne rast e, ev li hevkirin neçû serî. Ev lihevkirin di destpêka wê di sala 1915 de dest pê dike û di sala 1916 de şeklê xwe yê dawî digire û dest bi pêkanîna wê dibe. Di 18 Adara sala 1915 de berpirsên inglîz- fransa-Rûsya Qeyserî ku ji wan re dihat gotin Antant bi dizdicvin ji bo çareserkirina ''pirsa rojhilat'' pirsa Rojhilat ew bu ku rê li ber firehkirina Împaratorîya Osmanî bigirin û wê di nava xwe de perçe bikin, vê guftûgoyê di navbera Înglîz-Fransa-Rûsyaya Qeyserî de heta 16 gulana sala 1916 dewam kir. Di 16 gulana sala 1916 de şeklê dawî stend û li gor vê lihevkirinê Împaratorîya Osmanî bi vî awayî li hev parve kirin: Ji bo Înglîz- İraqa îroj (başûrê Kurdistanê di nav de),Urdun,Filistîn. Ji bo Fransa- Sûrîye (Rojavayê Kurdistanê di nav de), Lubnan, perçak ji bakurê Kurdistanê û Mûsil (piştî şerê cihanê yekemîn demekê rewşa Mûsilê ne diyar ma paşê ket bin destê înglîz). Ji bo Rûsya Qeyserî- Constantinopol (Stenbul), bakurê Kurdistanê, Kendava Stenbûl (Tengava Stenbolê) û Ermenistan. Jibo Yunana- hinek gravên behra Egeyê û bajarê Smyrna (Izmir) diman. Di Cotmeha sala 1917 de Bolşevîka di bin serokatîya Lenîn de li Rûsya Şoreş pêk anîn hukmê Qeyser wergerandin û piştî bi mehekê ev tifaq di gazeta Îzvestîya de eşkere kirin û gotin ''ev tifaqeke emperyalîste li dijî berjewendiyên gelê herêmê ye ew xwe ji vê tifaqê paş ve vedikşînin''. Giringiya vê lihevkirinê ji bo tevaya herêma rojhilatan nêzîk-navîn û Afrîka û teybet ji bo Kurdan ew e ku hemû peymanê piştî lihevkirina Sykes-Pıcot-Sazanov hatin wek peymana Sevr, Lozan, Konferansa Parîsê û hwd.li ser bingeha lihevkirina Sykes.Pıcot.Sazanov de hatin çêkirin.ji ber wê gelek girîng e ku nuha tête şîrovekirin. Wek eşkere ye bi lihevkirina Sykes Picot-Sazanov Ereb û Kurd perçe bûn zêdeyî 15 welatên Ereba hate damezirandin û Kurdistan fiilî bû çar perçe. Min li jor gotîbû ku ev lihevkirin ne çû serî îspata wê ew e ku heger çûba serî îroj wê Constantinopol (Stenbol) û kendava Stenbol wê di destê Rûsan de bûya û Smyrna(Îzmir) jî wê di destê Yûnanan de bûya û perçeyekî bakurê Kurdistanê serbixwe dibû ji ber wê ez dibêjim xwezî çûba serî. Ji ber heger çûba serî perçeyekî mezin ji bakurê Kurdistanê diket bin destê Rûsya Qeyserî heger li Rûsya şoreşa Cotmehê ne di sala 1917 di salên piştî 1920 bûba an nebûba, tifaq Sykes-Pıcot-Sazanov diçû serî. Wek cenabê we dizanin piştî 70 salî Sovyet hilweşiya û 15 welatên serbixwe hatin damezirandin (Ermenîstan, Azerbeycan,Ozbekîstan, welatên Baltikûm hwd.) her weha perçeyê bakurê Kurdistanê ji ku di bin destê Rûsya qeyserî de bûya ew ê jî serbixwe dibû.

Sedsal berê ev peyman hate îmzekirin. Di sedsaliya Sykes Picotê de hûn rewşa kurd û kurdistanê û hêzên sereke yên kurdan çawa dinirxînin?

 

Rewşa Hêzên Siyasî ê tevgera Rizgariya neteweyî ya Kurdistanê dilê mirov pir xweş nake. Lê heger em nuha li rewşa Kurdan binerin em dikarin bibînın Ku pirsa Kurd ji destê Kurdan derketiye û di destên zirhêzên sereke yên navdewletî de ye (bi teybet DYA û Rûsya her weha hinek ji welatên weke Fransa înglîz û Alman) û yek ji tiştên pozîtîv ew e ku ev zirhêzên navdewletî tev li pirsa Kurd pozîtıv dinerin ku tev bi yek dengî dibên lazim e Kurd di van guhertinên ku nuha li herêmê bibin, lazim e Kurd hinek destkeftiyan bi dest xin. Tevgera siyasî ya Kurd nuha bi tevayî nikarin tesîreke bingehî pozîtîv an negatîv li ser pirsa Kurdistanê bikin. Belkî heta dereceyekê ev ne xerab e, ji ber heger bi tevgera siyasî ya Kurd bimîne ne tev bes gelek ji tevgerên siyasî yên sereke yên Kurdistanê bi awayekî di bin tesîra welatên Kurdistan perçe kirine de ne, ew tesîrek negatîv li pirsa Kurdistanê dike, ji ber wê ez dihesibînim baş e ku di destê zirhêzên navdewletî de be ku zirhêzên navdewletî jî ji bo berjewendîyên xwe azadîya Kurdistanê pozîtîf dibînın. Her weha di serdema me de faktorên derve grîngtirîn rol di çareserkirina pirsa welatekî dileyzin.

 

Herwiha rewşa hêzên navdewletî û yên herêmî çi ye? Di vê sedsaliyê de ji ber şerê Sûriyê û yên derdora wê gelek kes şîroveyê dikin ku wê nexşeya Rojhilata Navîn biguhere. Hûn vê nirxandinê çawa dibînin? Ya din jî di Sykes Picot ê de tiştekî wisa heye ku piştî sedsalan peyman ji holê rabe?

 

Yek jê min li jor behs kiribû ji xwe ev ne peymanê li hevkirine û ev li hevkirin neçû serî heta xera bibe. Lê wek eşkere ye zirhêzên navdewletî bi teybet Rusya, Înglîz û Fransa piştî şerê yê yekemîn di bin şemsîya cemîyetî milletan nîzamek nuh li cîhanê avakirin. Ev nîzam li ser esasê jeopolîtık hate avakirin di vê nîzamêde cih ji Kurdan re ne bû. ev nizam heta şerê cihanê yê duemîn dewam kir. Piştî şerê cîhanê duyemîn serkeftina Hêzên hevpeyman (DYA, Fransa, Înglîz û bi teybet Sovyet) li hember Nazîsistên alman bi peymana YALTA a sala 1945 ku di navbera Stalîn, Rosweld û Churcil de di bin şemsîya Neteweyên yekgırtîde nîzameke din li cîhanê hate avakirn. ev nizam jî heta sala 1991 dema hilweşandina Sovyet dewam kir. Ji sala 1991 heta nuha li tevaya cihanê şerê Nizameke nuh bi avakirin dibe heta nuha hîn tu nizam nehatîye avakirin lê aktorên ji serdema nîzama yekê û heta nuha mirov dikare bêje her eynî ne.Rûsya weke zirhêzek navdewletî vaye dîsa her aktorekî esasî ye ji bo nizama nuh lê em dikarin bêjin nuha şûna îngliz û fransa DYA cih girtîye. wek ku Oriyentalîst, ekspertên siyasî û siyasetvan dibên wê vê nizama ku nuha bibe we li ser assasê etno-konfeditsyonal (Millî û Dînî) be heger weha be favorîytê vê nizama nuh li rojhilata nêzîk Kurdistan e.

Beriya sed salî yanî di dema ku peyman hate îmzekirin de rewşa sosyolojîk û siyasî ya kurdan çawa bû û ya îro çawa ye?

Beriya sedsalî Şuûra milli di nava Kurdan de ne wek îroj xurt bû her çiqas wê demê jî di nava xwenda, zana, beg û paşayên Kurd de şuûra neteweyî hebû wek mînak di nava Kurd tealî cemîyetî de lê nuha rewş cudaye.

Mijareke sereke ya rojeva kurdan serxwebûn ango bi giştî em dikarin bibêjin mafê diyarkirina birêvebiriya xwe ye. Di çarçoveya teoriya sosyolojiya siyasetê de û li gor sekna hêzên kurdan hûn vê nîqaşê çawa dibînin?

Bi ya min pirsa serxwebûna Kurdistanê pirseke sereke ye ji bo Hêzên siyasî ê Kurdistanî. min li jor hinek behs kir ku nuha pğrsaKurd ji dest Kurdan derketîye. di destê zirhêzên navdewletî deye. û ev zirhêzên navdewletî bi teybet DYA û Rûsya her weha welatên yekîtîya Awrûpa li pirsa Kurd Pozîtıv dinerin. pir heyf hinek ji hêzên siyasî Kurdistanî bi awayekî di têkilyan di welatên Kurdistan perçekirine dene ez veya rast nebînim jî lêheta derecakêez fam dikim ji ber rewşa heyî lê ez fam nakim dema Hêzek Kurdistanî dibin bandora dewleteke Kurdistan perçekirbe debe. Her weha nuha li Kurdistanê Hinek rêxistinê li ser navê Kurdan tevdigerin Ku propaganda dema dewlwetên millî derbasbûye dike û dibê ji Kurdan re dewlet ne lazime û ev Rêxistin gelek bi bandore di nava Kurdan de ev paradoksek herî mezine. Ku li bajarekî weke diyarbekir an wan an mardin gencekî Kurd derkeve bêje dewlet ji kurdan re nelazime ev geleke xerîbe.ev metirsiyekê dixe nava Kurdan. Lê ez gelek geşbînim kû Kurd di nexşeya nuh a cihanê de wê bighên Azadîyê. Ezdixwazim bêjim Kurd çuqas nêzî zirhêzên navdewletî (Rûsya, DYA welatên yekitîya awrûpa) bin wêhewqas nêzî Azadîyê bin, cuqasnêzî dewletê Kurdistan perçekirne bin wê ewqas durî Azadîyê bin. bi ya min Kurd nuha gelek nêzî Azadîyê ne,. heger Kurd siyasetek pragmatîk netewî bimeşînın.

Di çarçoveya pirsa 5an de, ji bo nîqaşa derbarê yekitiya netewî ya kurdan hûn çi difikirin? Nîqaşeke wisa ji aliyê teorî û tecrûbeyên cîhanî û rewşa hêzên kurda ve hûn dikarin çawa binirxînin?

Di rastîya xwe de yekîtîya netewî gotineke obstrakte (grovere), gotinek xweş teorîke bes di praktîkê de heyat ji mere rêdide li tu welatan bi mena kamil yekîtîya netewî çê nebû ye em dikarin gelek mînakan ji cihanê bidîn. ya grîng ewe ku hêzek an terefekî netewakê berjewendîyê netewî bi parêze hebe. di em kurd xwe ji kompleksan û qaliban rizgar bikin.

http://krd.sputniknews.com/kurdistan/20160520/2886462/Xwezi-Sykes-Picot-bicuya-ser.html#ixzz49efKX9Xv

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin