Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Efrîn ji Şerê Wekaletê re bû Qûrban!

A+A-

Helwesta serkirdeyên siyasî yên Başûrê Kurdistan kurd û kurdistanî ye. Li ser esasên parastina kurd û mafê Kurdistanİyan hatİye honandin. Stratejİya siyaseta Başûrê Kurdistanê, li ser esasên bidestxistinên mafê netewa kurd  û parastina van mafan ava bûye. Ji parastina herêmek otonom bigire heta dewletek federal û serbixwe; ev xwestin yek bi yek li ser hîmê kurd û Kurdistan birêkûpêk bûye. Hin di bidestxistina otonomiya 1975an û hin di vê demê de; terefeke şer zordar û dagirker, yê din jî parêzvaniya miletê kurd û mafê netewa kurd yên rewa kiriye armanc. Ti caran miletê kurd, ji bona serkeftin û qahremaniyên partîzanî nebûye qurban. Ev xet her hatiye parastin. Em dikarin pir hêlên siyaseta Başûrê Kurdistanê rexne bikin, lê hêla xeta netewî, Kurdistanî li vê beşa Kurdistanê xwedî bandorek ku herçar perçên Kurdistanê dike xwedî hêvî heye.

Siyaseta Başûrê Kurdistanê di nav xwe de ne yek rêze û beşek bi dijminan re têkildar e. Gava îxaneta 16.10.2017an yek ji van têkiliyan bû. Lê hêza herî xurt û xwedî helwesta netewî rê nade ku ev hêza îxanetkar serkeftî be û lîstikên wan bi dijminên kurd û Kurdistanê vala derdixe.

Li Başûrê Rojavayê Kurdistanê stratejiya PKKê hatiye birêkûpêkkirin: Li dijî berjewendiyên kurdan, bê ruhê netewî, bê stratejiyeke kurd û Kurdistanî ye. Ji argûmanên têkoşîna rizgariya netewî dûr in. Esasên bidestxistinên netewî, li ser teoriya "gelan û biratiya gelan"(!) hatiye avakirin. Rihê kurd û Kurdistanî di vê teoriyê de mirî ye. Hertişt ne li gor xwestinên netewa kurd û Kurdistanê, li gor xwestin û armancên stratejiyên rêxistinî-partîzanî ava bûne. Di vir de gel ji bona vê stratejîyê tenê qurban e. Ev di şerê Efrînê de jî derket ber me. Di siyaseta PKK de armanc; ne tomarkirina serkeftinên netewî ne, bi xwîna kurdan tomarkirina qaharemaniyên rêxistinî-partîzanî ne. Ji bona şerê wekaletê, propaganda rêxistinî û xurtkirina destê hizbî esas e. Di propaganda Qobanê û ya Efrînê de jî ev bi rewşeke zelal derket ber me.

Di rojhilata Naverast de garantiya bidestxistinên siyasî û parastina wan bi hêza leşkerî ve girêdayî ye. Eger di destê we de hêzek çekdar a netewparêz û mafparêz tinebe, ti qîmet û giraniya makezagonan, demokrasî, qanûn û yasayan tune ye. Ji ber ku roja hêz an netewa bihêz ku dewlet girt destê xwe, an hat ser hikûm; ew mekezagon, yasa, qanûn û demokrasî dikeve ber lingan û her tişt dikeve tehlûkê. Eger di wê demê de hêza we ya netewî, parêzerî, çekdar tinebe, hun teslîm dibin.

Pir belge didest de hene; ku YPG hêzek şerê wekaletê ye û li ser esasên parastina mafî kurd û Kurdistanê nehatiye damezirandin. Ji ber wê jî bi qedandina şerê wekaletê yê nav Suriyeyê re, rola YPGê jî bidawî dibe û çekên xwe teslîm dikin. Ji serî de ev qebûl kirine û stratejî ev e. Ji ber vê jî PYD/PKK/YPG li Başûrê Rojavayê Kurdistanê, ji bona serkeftin û bidestxistinên kurd û Kurdistanê ne garantî ne. Ne parêzvanên mafê kurd û Kurdistan, xizmetkarên şerê wekaletê û senemên têkilîyên hizbî ne.

Li derdorê Heleb û İdlib hêzên cîhadkar û Selefî bicîh bûne.Niha tirkan beşek ji van qatîlan anîn Efrîn jî. Hêzek xurt a çekdar di destê wan de heye û Tirkiyeyê piştgirê van hêza ne. Heleb, İdlib û Efrîn bajarên nêzî hev in. Efrîn di destê kurdan de bû. Lê Heleb û İdlib di destê kontrola van hêzên terorê û cîhadkar de bû. Piraniya şervanên van hêzan, Çeçen, Ozbek, Uygur û yên wek van grûban e. Hemû hêzên terorê û qatîl in. OSO, El-Nusra, Ceyş ul Îslam û grûbên yên piçûk di bin bandora Tirkiyeyê de, bi destê tirkan tên pirbiçek kirin. Tirk bi dagirkirina Efrînê dixwaze xeta lojîstîkê bigihîne heta Helebê ku hîn rehettir van hêzan li hember kurdan bikar bîne.

Emerîka jî, Rusya jî baş dizane ku ev hewlên Tirkiyeyê ne li dij berjewendiyên wan ên stratejîk in. Li hember Tirkiyeyê bêdeng in, an jî pasîf dimînin, ji ber hesabên ku Tirkiyeyê dike, ji wan re bingeha geşkirina şer çêdike ku, herdu aktor jî ji bona mayîna wan a demeke dirêj li Sûriyeyê, divêtiya wan bi bingeheke şervan heye.  

Bi şîveyek serziman û  dîplomatîk; hin Amerîka û hin jî Rusya di destpêka dagirkirina Efrîn de eşkere gotin ; em naxwazin Tirkiye operasyoneke wiha pêk bîne"(!) Ev daxuyanî, ji dijberiya dagirkirina Efrînê bêtir, wek şîweyeke dîplomatîk û hişyarî divê bihatana xwendin. Ev jî eşkere bû ku Tirkiyeyê bi riya aktorên herêmî û navdewletî Efrîn dagir kir.

Aktorên şerê Sûriyeyê; Rusya, DYA û Îran in. Tirkiye di meşandina siyaseta şerê Sûriyeyê de qozeke di destê Rusya û DYAyê de ye. Kengî li hesabê kîjan aktorî bê û li gor lîstik û berjewendiyên kîjan ji wan aktoran be, ev  qoz tê bikaranîn. Tirkiye di nav şerê Sûriyeyê de ne aktor e û ji despêka şerî de wek qoz hatiye bikaranîn. Ti serkeftinên Tirkiyeyê li Sûriyeyê tune ye û wek hêzeke wekaleta şer lîstokek di destê van aktoran de. Di van danûstendinên meşandina şer de jî ji dijminatiya kurdan şûn de tiştek di destê Tirkiyeyê de tune ye. Serkeftinên Tirkİyeyê li hember kurdan, ji seqetiya siyaseta PKKê tê. Yên ku destê Tirkan li herêmê dirêj dike, siyaseta PKKê ye.

Bêyî rizaya DYA û Rusyayê Tirkiyeyê nikare li Sûriyeyê gavan bavêje. Nikarîbû Efrîn dagir bike! Heger di dagirkirina Efrînê de riza û berjewendiyên Rusya, an jî DYAyê tinebûna, ev nedibû.

Li Başûrê Rojavayê Kurdistanê PKK li dijî têkoşîna rizgariya Kurdistanê du serkeftin tomar kir:

1- Nehişt ku li vê beşa Kurdistanê enîyeke netewî-Kurdistanî ava bibe û mafê netewa Kurd ên rewa werin rojeva giftûgoyê.

2- Bû sebeb ku kurd winda bikin û nehişt ku kurd di qada dîplomatîk de serkeftî mafên xwe yên netewî biparêzin. Naveroka doza netewî pûç kir û helwesta şerê wekaletê meşrû kir. Li Başûrê Rojavayê Kurdistanê hebûna PKKê ne garantî ye ji parastina mafê kurd ê netewî û rewa re.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin