EFRÎN/ HSDê bîlançoya 4 rojan eşkere kir!

EFRÎN/ HSDê bîlançoya 4 rojan eşkere kir!

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bîlançoya duh roja çarem a operasyonên artêşa tirk yên li dijî Efrînê ragihand û derbarê bilançoyê de diyar kir ku di encama êrîşan de 4 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 14 sivîl birîndar bûne.

A+A-

HSDê da zanîn, duh ji danê sibê ve artêşa Tirkiyeyê navçeya Cindirêsê bi çekên giran topbaran kir û 4 sivîl ku di nava wan jin û zarok jî hene jiyana xwe ji dest dan û 14 sivîl jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin, artêşa Tirkiyeyê û komên ku bi piştgiriya Tirkiyeyê hewil dan bilindahiyên navçeya Reco li aliyê gundê Qude ve kontrol bikin, lê hêzên wan ew êrîş têkşikandin, wesayîteke leşkerî rûxandin û 6 çekdar kuştin.

'ÊRIŞ HATIN TÊKŞIKANDIN'

Li gundê Umera jî şer û pevçûn di navbera hêzên wan û komên ku bi piştgiriya Tirkiyeyê de derket, di encamê de tankek hat têkşikandin û hemû çekdarên tê de hatin kuştin.

Li gundê Hemamê jî şer û pevçûnên giran qewimîn û hêzên ew êrîş jî têkşikadin. Li girê Qestelê jî êrîşa artêşa Tirkiyê û komên ku bi piştgiriya Tirkiyeyê hat şikandin.

Di şer û pevçûnên li gundê Umera ya navçeya Mabeta de jî 24 komên ku bi piştgiriya Tirkiyeyê hatin kuştin.

HSDê ji raya giştî ya cîhanê xwest ku rêxistinên mirovî û komîteyên mafên mirovan ki ku van erîşan şermezar bikin

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin