Nêçîrvan Barzanî û Şah Ebdulla li Davosê dicivin

Nêçîrvan Barzanî û Şah Ebdulla li Davosê dicivin

Îro di çarçoveya Foruma Abarî ya Cîhanî ya Davosê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Şahê Urdinê Şah Ebdula dicive.

A+A-

Şandera Tora Medyayî ya Rûdawê li Davosê Ala Şalî, behsa çalakiyên roja duyem a Foruma Aborî ya Cîhanî kir û ragehand ku îro hejmareke din a serok û serkirdeyên cîhanê dighin Davosê û beşdarî forumê dibin.

Şanda Herêma Kurdistanê ya bi Serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî roja Sêşembê (23.01.2018) gehişte Davosê. Ala Şalî da zanîn ku îro dê şanda Kurdistanê çend çalakî û civînan pêk bîne û got, yek ji wan jî civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şahê Urdinê Şah Ebdula ye.

Ala Şalî wiha dibêje: “Şeva borî şanda Kurdistanê ligel şandên welatên din beşdarî xwarina êvarê bûn ku ji aliyê Damezrênerê Foruma Aborî ya Cîhanî Klaus Schwab û hevjîna wî ve hatibû organîzekirin û şanda Kurdistanê hinek hevdîtin pêkanîn.”

Şanda Kurdistanê ya bi Serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ji Cîgirê Serokwezîr Qubat Talabanî û hejmarek berpirsên din ên Herêma Kurdistanê pêk tê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja 22ê Rêbendana 2018an di civîneke çapemeniyê de ragihandibû ku li Foruma Aborî ya Davosê ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Wezîrê Petrolê jî dicive û ew civîn berdewamiya civînên Bexdayê dibin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin