Efrîn di bin dagîrkeriyê de (207)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (207)

.

A+A-

Li vê dawiyê giliyên ku ji aliyê Hemwelatiyên Efrînê ve, li pêş “Komîta Vegerandina mafan li Efrînê” ya nêzîkî Milîseyên “El’cebhe El’şamiyê” û avahiya Komelgeha “Geşepêdana Gundewariyê” a nêzîk Gergeha “Kawa” – Derbasgeha Efrînê ya Rojhilat ji xwe re kiriye biryargeh, bi rengekî rêjeyî zêde bûne, bi hêviya ku malmewal û mafên xwe yên hatine dizîn vegerînin; Lê berevajîkirina rastiyan, dirêjbûn,  çêkirina kendan, çavxurî (reşwet) û alîyaneya li kêlek berjewendiyên çekdar û anîndeyan -ta ku piçekî be jî- di karê wê de derdikevin, gilî tê redkirin an tê xemsarkirin û biryarên wê nayêne bicîkirrin dema ku aliyê din serkêşekî milîseyan be, û ya herî bedtir û pîstir rastîhatina xwediyên giliyan ji binpêkirinên zêdetir re, piştî lêkolînan di giliyên wan de; Vêca weha tenê karê komîtê dikeve warê cîlawkirina wêneya dagîrkeriyê û milîseyên wê yên nandoz.

Vaye emê binpêkirin û tewanine têkel belge bikin:

= G. “Kurkê Jêrin”:

Bi Navça Mabeta ve girêdayî ye, /8/KM ji navenda wê dûr e, ji dora/75/malan pêkhatî ye, dora/500/nişte ji nişteciyên Kurd ên ressen tê de bûn, ji wan dora/50malbat=175nişte/têde man û yên din jî zorane koçber bûn, û dora/15malbat=100nişte/ji anîndeyan têde hatin niştecîkirin.

Di dema dijberiya bi ser gund de, avahiya guvêşgeha zeytûna ya zaroyên Dilovanber “Şukrî Heyder” hate roxandin, û bi piçekî ziyanin gihîştin mala “Hebeş Ezîz”.

Milîseyên “Firqit El’sultan Mihemed El’fatêh” û serkêşê wê “Doxan Silêman – Ebû Îslam” (ê ji Taxa Hulik – Bajarê Heleb, Turkman û alîgirê Hikometa Tirkiyê) gund desteser dikin, û mala Dilovanber “Şukrî Heyder” ji xwe re kirine biryargheke leşkerî; Piştî ketina gund piraniya tiştmiştên malan dizîn, mîna xwarinvexwarin, firaxên baqirî, cerên gazê, şaşên tilvizyûnan û alav û amûrên elektirîkê,  giropeke zayenda elektirîkê ye malan û hin tiştên din, û ta derî û pencereyên dora deh malan jî vekirin, û herweha jî dizîna alavên guvêşgeha zeytûna ya “Hisênî Çewê”, tevaya alavên nanpêjgeha otometîk li Cîgeha “Rîşê” û sê makîne – dudu jê piştî dandina vêrgiyên diravî ji aliyê xwediyan ve hatin vegerandin.

“Milîseyên “Firqit El’sultan Mihemed El’fatêh” û serkêşê wê “Doxan Silêman” û Ebid El’rehman Mistefa – Serokê Hikometa Kiwalisyûnê ya Demkî”.”

Û piştî derbasbûna gund li 22.2.2018an. Z, Hemwelatî “Bekir Ehmed Bekir/80/sal” -yek ji hersê temenmezinên ku bi tenê di şer de li gund mane – şerjê kirin, û xelkê ku li hefta sisiyê ji Avdara 2018an. Z vegerîne, termê wî di nav zeviyeke zeytûna ye kêlek gund de dîtin -serê wî ji guvde hatibû jêkirin û çekiribûn hundir mala Dilovanber “Cemîl Osman”- û paşê ji aliyê wan ve di goristana gund de hate binaxkirin. Divê were zanîn ku piştî borandina bêtirî çar salan di ser bûyerê re, em li vê dawiyê pê hatin agahdarkirin, bi sedema tirs û newêrîbûna xelkê ku li ser binpêkirin û tewanên milîseyan baxivin, da ku rastî sezayên mekintir netên.

“Pakrewanê temenmezin “Bekir Ehmed Bekir” ê ji aliyê Milîseyên “Firqit El’sultan Mihemed El’fatêh” ve hatiye şerjêkirin.”

Û wan piraniya darên îhracê û sindiyanê yên temenmezin li cîgeha Zareta “Mûrada” û goristana gund qut kirin, vêrgiyên têvel li ser werzên (mûsimên) zeytûn û simaqê û yên din ferz kirin, û 30% jî li ser berhema malmewalên ên ne li wir jî ferz dikin.

Weha jî xelkê gund ên mane tûşî cûrbecûr binpêkirinan têne kirin, ji revandin, girtinên bêsûcane, îşkencekirin, rûmetdaxistin û peresitandin û yên din, û di vê warî de ta niha herdu birayên negîhayî “Ciwan/15/sal û Ferhad/13/sal – kurên Ebid Elah Şukrî Eslan” bêsûcane bendkirî ne, ji dema girtina wan ve, ji mala bavê wan a li Bajarê Efrînê, li navîna Pûşpera 2021an. Z.

= Girtinine bêsûcane:

Destlatên dagîrkeriyê ev girtin:

-Ji heftakê ve, hemwelatî “Hesen Mihemed/45/sal, Mihemed Resûl/50/sal” ji xelkê G. “Kurkê Jêrin” – N. Mabeta, û piştî hepiskirina du rojan û ferzkirina sezayeke diravî li ser wan ew berdan.

-Li 17.7.2022an. Z, hemwelatî “Midhet Mûrad Mihemed/63/sal, Cemîl Mûrad Mihemed/55/sal, Mistefa Ferîd Cemal/20/sal, Ehmed Elî Birîmko/60/sal, Adêl Xelîl Bekir/60/sal” ji xelkê Gundê “Dargirê” – N.Mabeta, piştî ku avêtin ser malên wan, lêgerîn têde çêkirin û xilyewiyên wan birin, bi tuhmetên têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, û ta niha ew bêsûcane bendkirî ne.

= Binpêkirinine din:

-Ji deh rojan ve, yekî nêzîk ji Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman El’fatêh” ve (yên ku Gundê “Ereba” – N.Mabeta desteser dikin) bi fêlbaziya ku hevjîna wî miriye û konê sersaxiyê  gerekê ye, konê sersaxiyê yê gund tevî pêdiviyên taybet bi wê dizîn.

-Li 18.7.2022an. Z, civatek ji aliyê “Komîta Redkirina mafan a hevbeş li Efrînê” bi hejmarek xelkê şeş gundan re “Hechesna Jorin, Hechena Jêrin, Remedana, Rûta, Tetera, Kefirsefrerê” (yên ku Milseyên “Lîwa’i Semerqend wan desteser dike”) hate lidarxistin, da ku giliyên ku hinan ji bo vegerandina malmewal û mafên wan ên talankirî pêşkêş kirine bê şopandin û ravekirin, û piştî şirovekirina naveroka giliyan û daxuyankirina Hemwelatî “Elî Bîlal/60/sal” ji xelkê “Hechesna” ji tiştmiştên xwe yên hatine dizîn re (/600/K.G simaq û /200/Dolar), berpirsiyarê ewlehiyeta “Semerqend” li Bajaroka “Kefirsefrê” “Ebid El’hadî Fetih Elah – Ebû Muhened” veciniqî û di rû de derket, endamên komîtê qewitandin, û wesand dû çekdarin xwe da ku qurşînan bi ezmên de bavêjin, û wan jî di nav tirsa ku peydakirine de, li “Bîlêl” û yên din ên gilî kirine û beşdar -di nav de jî temenmezin Mihemed Êmo ji Gundê Remedana- xistin û şor û sixêfên kêm bi wan re kirin.

“”Ebid El’hadî Fetih Elah” serkêşekî Milîseyên “Lîwa’i Semerqend”.”

Û li roja din bi beşdariya “Sa’êr Me’irûf” – serkêşê “Semerqend”, ji bo kontirolkirin û dorpêçkirina giliyan û kêşeya çêbûye civatek din li dar ket.

“”Komîta Redkirina mafan a Hevbeş li Efrînê” li G. “Hechesna” – N. Cindirêsê, digel kesên gilî kirine di civatekê de ye.”

-Ji jêdereke taybet em têgihîştin ku milîseyan li Bajarê Efrînê û Gundê “Endarê” Başûrê bajêr, ji destpêka dagîrkeriyê ve li Avdara 2018an .Z,  dest danîbûn ser piraniya malmewdanên zaroyên “Mihemed Necar”, bi ser ku hin ji wan li wirin jî; Û li dû hev tiştmişt û kelûpelên têkel ên di hundir dîkan û embaran de (acet, aletên pêşesaziyê, alav û pêdiiviyên çandiniyê û yên din) bo “Idlibê” têne guhestin da ku bê firotan, bi taybetî ji embarek tenê (/600/M2) /125/makînên baran tiştmişt hatin derxistin, û yekî ji yên ku di vê piroseya dizînê de têkelî bi lawekî “Necêr” re kir, û pêre  kete guftûgoya radestkirina tiştmiştên wan ên hatine dizîn beramberî dandina wan ji du Milyar û pêncsed milyon perê Sûrî re, lê lawê “Necêr” li ser erê nekir.

-Li Şeva Sêşemê 19.7.2022an. Z, hêzên Dagîrkeriya Turkiyê Gundê “Meyasê” – Şêrewa -yê di bin desteseriya Artêşa Sûriyê de- bi çend avêjtekan armanc kirin, di encamê de ziyanin şênberî çêbûn û Hemwelatî “Zelûx Hemşo” bi çend ciyan birîndar bû.

Pêkanîna dadê û vegerandina maf û malmewdanan û peydakirina aramî û hêminiyê li herêmê, bi riya komîtên ku ji heman aliyên ku binpêkirin û tewanan dikin hatine çêkirin re netên, ew bi riya dawîkirina dagîrkeriyê û milîseyên nandoz û vegerandina herêmê bo serweriya Sûriyê û rêvebiriya xelkê wê ye.

24.07.2022an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

– Pakrewanê temenmezin “Bekir Ehmed Bekir” ê ji aliyê Milîseyên “Firqit El’sultan Mihemed El’fatêh” ve hatiye şerjêkirin.

– Milîseyên “Firqit El’sultan Mihemed El’fatêh” û serkêşê wê “Doxan Silêman” û Ebid El’rehman Mistefa – Serokê Hikometa Kiwalisyûnê ya Demkî”.

– “Komîta Redkirina mafan a Hevbeş li Efrînê” li G. “Hechesna” – N. Cindirêsê, digel kesên gilî kirine di civatekê de ye.

– “Ebid El’hadî Fetih Elah” serkêşekî Milîseyên “Lîwa’i Semerqend”.

—————

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn-di-bin-dagîrkeriyê-de-207-24-07-2022 – PDF

Malpera Fermî: www.yek-dem.net , Êmail: [email protected]

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (184)

Bixwîne: EFRÎN di bin Dagirkerîyê de (183)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (181)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (185)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (187)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (188)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (189)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (191)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (192)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (194)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (195)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (196)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (197)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (198)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (199)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (200)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (201)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (203)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (204)

Bxwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (205)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin