Efrîn di bin dagîrkeriyê de (201)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (201)

.

A+A-

Serok Erdoxan ji bo dagîrkirina herêmine nû li Bakurê Sûriyê careke din gefûguran dike, û gotegotên xwe li ser “herêmine bi’ewle” yen ku artêşa wî û milîseyên Sûrî yên pêve girêdayî çêkirine dubare dike, da ku rê li pêş siyasetên xwe û kiryarên hikometa  xwe yên li dijî Kurdan  û Rêvebiriya wan a Xweser li Sûriyê dûz bike û behaneyan jê re bibîne, û yek ji wan siyasetan jî, ew pilanên wî yên riswabûyî bo guhertina endeza demografî ji herêmên Kurdan ên dîrokî re ne; Di heman dema ku asta serberdayetiya rewşên ewlehiyê û şûndeçûna rewşên ramyarî(siyasî), leşkerî û xizmetguzarî li herêmên ku bi “Mertala Feratê, Şaxa zeytûnê û Kaniya aştiyê” nav dibin û ji aliyê wî ve dagîrkirî, rojane aşkere dibe.

Û weke tekezî ji tiştê me  gotiye re, li Şeva Înê 3.6.2022an Z, ji ber buhabûna nirxê elektirîkê û dirêjkirina katên qutkirinê ji aliyê Kompaniya Turkî ya elektirîkê ve, bisedan ji anîndeyan li Bajarê Efrînê, li pêş biryargeha kompaniyê li Taxa Mehmûdiyê derketin  xwepêşandanê, basmîşkirin, nivîsgehên wê şewitandin û kelûpelên di hindir wê de şikandin;  Paşê wan berê  xwe dan avahiya “Encûmena Xwecihî li Efrînê” li  Kolana “Vêlat” û agir bi hemî nivîsgehên wê xistin, û di encama şewatê de kesek mir; Di dû re ew çûn Meydana Serê ya kevin – Biryargeha Waliyê Turkiyê, û ji aliyê parêzvanên Turk û çekdarên asayêşê ve bi kotek û qurşînên jîndar hatin pêşewazîkirin, û di encamê de bêtirî pênc kesan cûrbecûr hatin birîndarkirin; Û herweha jî li Bajarê  Cindirêsê nivîsgehên kompaniyê hatin şewtandin, û xwepêşandêr û endamên asayêşê li orta hev ketin, û di encamê de kesek ji Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê” hate kuştin, ji ber wê jî wan di roja din de biryargeha asayêşê dorpêç kir û radestkirina endamên ku qurşîn avêtine xwepêşanderan daxwaz kirin, û rewş li hev ket û rê hatin qutkirin; Vêca di encamê de, elektirîk ji herdu bajaran qut bû, nanpêjgehin otomatîk hatin seknandin, û amedebaşiyek leşkerî derket meydanê û tirs kete nav sivîlan; Weha jî xwepêşandanin li dijî Kompaniya Elektirîkê ya Turkiyê li bajarok û bajarên  “Soranê, Mari’ê, Babê û Ezazê” jî di herdu rojên borî de derketin, mîna berdewamî ji yên berê re, û di encama kirîza  elektirîkê de ya ji çend heyvan ve; Di heman dema ku divê bête zanîn ku piraniya /365/ bajarok û gundên Herêma Efrînê  ji elektirîkê bêpar in, û piraniya toreya elektirîkê ya giştî tê de -guheztok, tevaya keblan û beşek ji dîrakan- bi destên milîseyan hatin dizîn.

 

“Basmîşkirin û şewtandina biryargeha Kompaniya Elektirîkê ya Turkiyê li Taxa Mehmûdiyê li Efrînê.”

“Şewtandina nivîsgehine “Encûmena Xwecihî li Efrînê”.”

“Amedebaşî û qutkirina riyan li Cindirêsê.”

Ev jî hin binpêkirin û tewanên têvel in:

= Gundê “Endarê”:

Bi Navça  Navenda Efrînê ve girêdayî ye, /6/KM bi aliyê Başûr ve jê dûr e, ji dora /70/malî pêkhatî ye, dora/350/nişteyî ji nişteciyên Kurd ên resen (Misilman û Êzdî) û sê malbatên Ereb tê de bûn, tev di dema dijberiya bi ser herêmê de penaber bûn, jê dora /23malbat= 80nişte/ vegerîn û yên din jî zorane koçber bûn, û dora /10/hezar nişte ji anîndeyan tê de û di (/1300/kon li nêzîk girê kevneşopî – Rojavayê gund, /700/kon li Bakurê gund, û /13/kon jî li nêzîk dibistanê – Başûr Rojhilatê gund) hatin niştecîkirin.

“Çadirgeheke anîndeyan li Bakur Rojhilatê G.”Endarê”.”

Milîseyên “Firqit El’hemzat” gund desteser dikin, û serkêşê wê di gund de “Necîb Sermanî – Ebo Ela’i” e (yê ji “Xanşêxûnê” û dest daniye ser mala”Ehmed Sefer Hemkî” da ku malbata xwe tê de bi cî bike), û wan milîseyan mal û dîkanên “Enwer û Ebdo” – kurên “Reşo Qadî” li ser Riya Efrînê û Basûtê ji xwe re kirine biryargehên leşkerî.

Û di dema basmîşkirina gund de, wan piraniya kelûpelên malan dizîn, mîna xwarinvexwarin, firaxên baqirî, cerên gazê, alav û amûrên elektirîkê, û amûrên taqeta elektirîka roniyê û hin tiştên din, û herweha jî  dora /50/ hilkişokên avê(xetas), giropên zayndkirina elektirîkê yên ji bo hilkişandina ava avdanê, makînak mîkro Honday ye giştiyane ye “Enwer Seydo û birayên wî”, tirêla tirektora “Mihemed Hemê”, amûr û tiştmiştên kargeha çêkirina lûleyan(xertûm) ya “Kurên Necêr”, guhêztok û keblên toreya elektirîkê ya giştî, keblên toreya telîfûna zemînî û beşek ji dîrakên herdu toreyan, û kelûpelên hundir havîngeha gund a “Ebdo Reşîd Hemê” ya li destpêkê ji xwe re kirine biryargeh û hepis, ta ku bû bermahiyeke gemarê û çêgeheke koçberbûyî, û bi ser de jî tiştmiştên dîkaneke wî dizîn.

“Havîngeha “Endarê” ya talankirî û koçberbûyî, û dîkaneke desteserkirî.”

Û wan dest danîn ser tevaya zeviyan (henar, sêv û hermût û hin din) û erdên çandiniyê yên heyşt malbatên ne li gund, jê “Nîhad Hemkê, Ebdo Reşo, Mihemed Hemkûro, Ebdo Reşîd, Ehmed Reşîd, Mihemed û Hisên kurên Mistefa Şêx Hesen” ji birayên Êzdî. Bi ser de jî, çêrandina keriyên pêz bêwijdan di nav zevî û erdên çandiniyê de, bê ku xwedî wêribin li pêşiyê bisekinin an gilî bikin.

“Çêrandineke bêwijdan di nav zeviyeke hinar û zebzeyan de li G.”Endarê”.”

Weha jî yên li gund mane rastî binpêkirinên têvel hatin, jê revandin û girtinên bêsûcane, rûmetnizimkirin, persitandin û hin kiryarên din, û ji ber tengasîkirinên berdewam herdu malbatên “Cemal û Nûrî Necar” neçar bûn ji gund bar bikin û herin li Efrînê rûnin, û herweha ji Êzdiyên ku li berî dagîrkirinê /70/niştebûn, ji bilî  hevjînekî û hevjînekê kesek nema; Û weha jî piraniya mêran rastî girtin, îşkencekirin û dandina vêrgî û sezayên diravî hatin û hin jê jî bêtirî carekê, jê “Mezlûm Ednan Ebdo /25/sal, Mihemed Sibhî Îbrahîm /20/sal ji pêkhateya Ereb” (ên ku li destpêka Havîna 2018an Z, bi tuhmeta endamtiya wan ji Partiya Yekîtî ya Demoqrat re (P.Y.D) hatibûn girtin, û bêtirî du sal û nîvan bi rengekî zorane di Hepsa Bajaroka “Çobanbegê – El’ra’î” de hatibûn veşartin, ta ku piştî ferzkirina sezayine diravî li ser wan hatin berdan).

Û li roja dudiyê ji dijberiya li ser herêmê 21.1.2018an Z, bi rengekî mebestkirî Girê “Endarê” yê kevneşopî (yê ku cîgeha wî vedigere/7/hezar sal berî zayînê, û perestgeha wî jî vedigere/1200/sal B.Z – Împeretoriya Hisî, û ew li ser lîsta kelepûra cîhanî li ba rêxistina “Yûnisko” ya navnetewî jî hatiye danîn û ne cîgeheke leşkerî ye jî) li rex cîgehine din en kevneşopî hate topebarankirin; Û di encamê de ziyan gihîşte perçeyine mezin ji perestgehê, û kevirên wê yên baziltî û nikrandî bûn bermayî; Û jêderine xwecihî tekez kirin ku milîseyan yekser piştî dagîrkirina herêmê li Avdara2018an Z, entîke û kevneşopên wê yên nirxbuha (yên ku di avahiya entîgeheke biçûk de li Rojhilatê gir parastî bûn) û weha jî Şêrê Baziltî yê mezin dizîn, û gir û derdorê -piştî kolan, rêşkirin  û dizîna kinzên wê yên veşartî- kirin herêmeke leşkerî, û weke tekezî ji tiştê me aniye zimên re, toreya “Banga Sûriyê – Nîda’i Sûriya” ya nûçegîhanê ya rikber, li 20.9.2019an Z percevîdiyûk belav kir, tê de rahêndinên leşkerî yên Milîseyên “Artêşa Niştîmanî – El’ceyş El’wetenî” li ser gir têne diyarkirin.

 

“Giropeke wêne ji G. “Endarê” yê kevneşopî re (yen ku topebarandin, rêşkirin, kolandin û dizînên ku tê de çêbûne zelal dikin).”

“Şikandina tiştên di entîkgeheke biçûk e taybet bi G. “Endarê”.”

 

“Rahênandinin leşkerî li ser G. “Endarê” yê kevneşopî.”             “Şêrê Baziltî yê girê Endarê, berî dizînê”

= Girtinine bêsûcane:

Destlatên dagîrkeriyê ev kes girtin:

 Li 28.5.2022an Z, hemwelatî “Ehmed Hesen Hesen /47/sal û kurê wî Hesen/25/sal ji xelkê Bajaroka Be’idîna, Kenco Emîn Îbo /57/sal ji xelkê Bajarê Efrînê”, piştî ku malên wan li bajêr, bi tuhmeteke cêkirî (peydabûna teqîneran), ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” ve hatin basmîşkirin; Û divê bê zanîn ku yê yekê, dîkaneke wî ye firotina xwarinvexwarinê, pêdiviyên malan û cixaran li Taxa Eşrefiyê – Riya Turindê heye, û ta niha çarenûsa wî ne xuyaye.

 Li 29.5.2022an Z, hemwelatî “Se’idela Şêx Seydî kurê Mihemed /35/sal, Bangîn Reşîd kurê Mihemed/36/sal”, piştî basmîşkirina Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Sivîlî li Mabeta” ji Gundê “Şêxûtka” re, û piştî ferzkirina sezayine diravî li ser wan, li 2.6.2022an Z hatin berdan.

= Binpêkirinine din:

 Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê” li vê dawiyê li ser her hiktarek erd ku ji aliyê xelkê gundên “Miskê Jorin, Miskê Jêrin, Çeqelê Cûmê, Bircikê, Qîlê û Xalta ve ” – Navaça Cindirêsê bi colban û nîska hatiye çandin, bi behaneya parêzvaniya wan jê re /200/ kaxet Turk vêrgî ferz kir, ta ku rûber hindikbin û ji bo peydakirina xwarina dewarên wan be jî,  piştî ku wan dorpêç û serjimar ji hemî rûberan re çêkir, û ji tirsa sezayine mekintir re,  xelk newêre erê neke û nede jî; Di heman dema ku serkêşê wê milîseyê li wan gundan “Ebû Fewaz El’dêrî” nîsk û colban di nav zeviyên zeytûn û henara yên ku dest daniye ser de –dora /50/hiktarî- daye çandin.

 Li vê dawiyê giropeke çekdar amûrên taqeta elektirîkroniyê, şuştoka cilan, cereyeke gazê, rawtir û tiştine din ji mala Hemwelatî “Hebeş Reşîd Hebeş” ji xelkê B.Be’idîna, (ya li Cîgeha “Kitxê” ya hevcîwar ji bajarokê re) dizîn, li dema mijûlbûna wî bi xwediyên xwe re di ahenga destgirtina wî de li bajarokê; Û divê bê zanîn ku cîgeh di bin desteseriya Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê” de ye.

 Li siba Çarşemê 1.6.2022an Z, Artêşa Turkiyê û milîseyên wê nivîsgeha bijîşkê nexweşiyên jinan “Xelîl Şêx Hesen kurê Mihemed” – ji koçberên Bajaroka “Meydankê” – Efrîn, li Bajaroka “Tilrif’etê” – Bakurê Heleb armanc kir, û di encamê de ziyanin şênberî çêbûn.

 Li Roja Pêncşemê -piştî nîvro- 2.6.2022an Z, û di encama topebarana Artêşa Turkiyê û milîseyên wê ji Gundê “Tinibê” – Şêrewa re (yê ku di bin desteseriya Artêşa Sûriyê de), birînên kûr li Zarok “Hesen Mihemed Mistefa/13/sal” çêbûn, û bêtirî deh dewaran jî mir.

 Li 3.6.2022an Z, di encama topebarandina Artêşa Turkiyê û milîseyên wê ji gundê “Um El’qûre” re – Bakurê Heleb (e tijî koçberên Efrînê), ziyanin şênberî gihîştin malekê, û Hemwelatî “Yûnês Mistefa Dawod/32/sal” ji xelkê Gundê “Avrazê” – Navça Mabeta birîndar bû û tevî wê jî ziyan gihîşte makîna wî.

Eger ev herêmên niha li Bakurê Sûriyê di bin desteserkirina Turkiyê de, ji ewqas kirîz, astengî, nevehesî, serberdayetî û pevçûn û hin tiştên din zehmetiyan dibînin, vêca çawa Erdoxan ê hin herêmên din dagîr bike, û bibêje ew herêm dê aram bin? Û Civaka Navdewletî jî ji xwe re lê sêr dike, û bi berpirsiyarî rêgirekê ji tima û destêwerdanên wî di rewşa Sûriyê de danîne!

05.06.2022an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

– Giropeke wêne ji G. “Endarê” yê kevneşopî re (yen ku topebarandin, rêşkirin, kolandin û dizînên ku tê de çêbûne zelal dikin).

– Şikandina tiştên di entîkgeheke biçûk e taybet bi G. “Endarê”.

– Rahênandinin leşkerî li ser G. “Endarê” yê kevneşopî.

– Çadirgeheke anîndeyan li Bakur Rojhilatê G.”Endarê”.

– Çêrandineke bêwijdan di nav zeviyeke hinar û zebzeyan de li G.”Endarê”.

– Havîngeha “Endarê” ya talankirî û koçberbûyî, û dîkaneke desteserkirî.

– Basmîşkirin û şewtandina biryargeha Kompaniya Elektirîkê ya Turkiyê li Taxa Mehmûdiyê li Efrînê.

– Şewtandina nivîsgehine “Encûmena Xwecihî li Efrînê”.

– Amedebaşî û qutkirina riyan li Cindirêsê.

————————

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-201-05-06-2022– PDF

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (184)

Bixwîne: EFRÎN di bin Dagirkerîyê de (183)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (181)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (185)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (187)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (188)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (189)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (191)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (192)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (194)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (195)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (196)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (197)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (198)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (199)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (200)

Malpera Fermî: www.yek-dem.net , Êmail: info@yek-dem.com

 

Ev nûçe 388 caran hatiye xwendin
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin