DYA serweriya Îsraîlê li Golanê nas kir

DYA serweriya Îsraîlê li Golanê nas kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump biryarnameya ku dibêje Girên Golanê ya Îsraîlê ye îmze kir.

A+A-

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Serokê Amerîkayê Donald Trump civîneke rojnamevanî ya hevbeş saz kirin û piştî civînê Trump biryarnameya ku dibêje Girên Golanê ya Îsraîlê ye îmze kir.

 

Trump got ku “em serweriya Îsraîlê li Girên Golanê nas dikin.”

 

 

Bi vî awayî Amerîka dibe yekem dewlet ku Itîraf bi serweriya Israîlê ser Golanê dike.

 

Pêştir  Trump roja 22yê Adarê di peyameke twîtirê de ragihandibû, ku êdî dema wê yekê hatiye ku Amerîka serweriya Îsraîlê li ser bilindahiyên Golanê nas bike.

 

Herwiha Hikûmeta Sûriyê heman rojê daxuyaniya Trump protesto kiribû. Wezareta Derve ya Sûriyê dabû xuyakirin, ku Golan beşeke ji axa Sûriyê û Şam dê bi her awayî kar bike, ji bo ku wê vegerîne bin kontrola xwe.

Tirkiyê jî li hemberî wê daxuyaniya Trump bertek nîşan dabû û wezîrş derve yê wî welatî, Mevlut Çavuşoglu gotubû, ew biryara Trump a di derbarê nasandina bilndahiyên Golanê weke beşek ji axa Îsraîlê, qet qebûl nakin û diyar kir ku ev yek dê bibe sedem ku dijminatiya li dijî îslamî zêdetir bibe.

 

Herwiha gelek welatên Îslamî jî li dijî vê biryara Trump derketibûn.

 

Di şerê 5 Hezîrana 1967an de Israîlê bilindahiyên Golana başûrê Sûriyê kontrol kir, û di sala1981ê de Golan tevlî cografyaya xwe kir, ji aliyê xwe ve Civata Ewlekariya Navdewletî bi rêya biryara 497an  Israîl wek hêzek dagîrker li Golanê bi nav kir.

Golan herêmeke bilind û çiyayî ya li ser sînorê navbera Îsraîl û Sûriyê ye ku di şerê şeş rojî yê navbera Îsraîl û welatên erebî de, di sala 1967an de kete bin kontrola Îsraîlê û heta niha jî di bin kontrola wî welatî de ye.

Îsraîlê di sala 1981an de, Golan weke beşek ji axa xwe nas kir, lê belê civaka navdewletî hêj wê herêmê weke beşek ji axa Sûriyê dibîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin