
Feyyaz Ekmenî digel baranê jî bênavber xebitî
Namzetê Serbixwe yê Şaredarîya Batmanê yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat M. Feyyaz Ekmen, îro digel baranê jî, bêwestan xebatên xwe domandin.
A+A-
Îro 25ê Adarê, bi çerçoveya xebatên hilbijartinê, Namzetê Serbixwe yê Şaredarîya Batmanê yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat Mehmet Feyyaz Ekmen, digel Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasım Ergun û Serokê Şaxa Batmanê ya PAKê Azîz Ozdemîr û komîsyona hilbijartinê, çû serdana karxaneyên tekstîlê.
Di serdanê de Feyyaz Ekmen, bi hezaran karkerên tekstîlê re bi rûbirû têkilî danîn û behsa projeyên Tifaqa Welatperwer û Demokrat kir û pirsên karkeran bersivandin.
Herwiha M. Feyyaz Ekmen û şanda pê re esnafên sanaîyê jî zîyaret kir û xwe da nasîn û helwesta Tifaqê vegot.
Esnaf û karkerên sanayî û tekstîlê bi awayekî germ pêşwazî Ekmenî kir.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin