Dozger xwestiye di doza Mizrak û Ata de polîsên faîl beraet bibe

Dozger xwestiye di doza Mizrak û Ata de polîsên faîl beraet bibe

.

A+A-

Têkildarî çalakiyên ku 13 kes têde miribûn ji wan tenê derbarê mirina Mahsûn Mizrakê 14 salî û Enes Atayê 8 salî de cûda cûda doz hatibû vekirin.

Li Amedê di 28ê Adara 2006an de Enes Ata(8) û Mahsûn Mizrak(14) di dema xwepêşandanek de bi fîşega gazê ya polîsan hatibûn kuştin. Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind di doza derbarê herdu zarokan de nêrîna xwe aşkere kiriye û xwestiye biryara beraetê ya derbarê her sê polîsên faîl de were erêkirin.

Têkildarî çalakiyên ku 13 kes têde miribûn ji wan tenê derbarê mirina Mahsûn Mizrakê 14 salî û Enes Atayê 8 salî de cûda cûda doz hatibû vekirin.

Dadgeha Îstinafê derbarê polîs Hayrettîn A., Bîlal O. û Nûrî O. de bi sûcê “bi zanebûn bû sedemê mirina” Mizrak di 3ê Çiriya Paşiya 2009an de îdîaname hatibû amadekirin. Piştî ku îdianame di heman rojê de hate qebûlkirin li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê doz hate vekirin. Têkildarî mirina Enes Ata jî derbarê heman polîsan de di 22ê Çiriya Paşiya 2013an de doz hate vekirin. Doz di 9ê Kanûna 2013an de kirin yek. 

 Dema darizandin didomiya delîlên ku ji emaneta edlî re hatibûn hiştin hatin tunekirin. Fîşeka gazê ku bû sedemê mirina Enes Ata winda bû. Derket holê ku şûna fîşeka gazê ku bi serê Mahsûn Mizrak ket û bû sedemê mirina wî fîşeka çifteyê danîne şûna wê û hemû axaftinên têlsizan yên hatine kirin hatine îmhakirin. Pişt re di lêpirsîna têkildarî tunekirina delîlan de hatiye vekirin, biryara neşopandinê hate dayîn. Dema doz berdewam dikir, malbatan ji ber lêpirsîneke bê bandor nayê kirin serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) da. DMME’yê jî biryara binpêkirinê da. 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, di doza di 26ê Nîsana 2018’an de encam girt de derbarê polîsên bersûc de ji kêmbûna delîlan cuda cuda biryara beraetê da. 

  Dadgeha Edliyê ya Herêmê ya Dîlokê ji ber di dema bûyerê de xwişk û birayên Mizrak, Cigerxwîn, Derya û Denîz nereşît  bûn û tev li dozê nehatibûn kirin doz ji ûsûlê xera kir. Di doza li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ji nû ve hate dîtin de dadgehê di 10’ê Cotmeha 2019an de derbarê polîsên bersûc de ji nû ve cuda cuda biryara beraetê da. Parêzeran dosya dîsa birin Dadgeha Edliyê ya Herêmê ya Dîlokê. Îstînafê vê carê biryara beraetê pejirand. 

 Li ser Dadgeha îstînafê biryara beraeta polîsên bersûc Hayrettîn A., Bîlal O. û Nûrî O. pejirand parêzerên malbatan doz bir Dadgeha Bilind. Di dema 1’emîn Daîreya Cezayê ya Yargitayê dosya lêkolîn dike de Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind mutalaa da ku biryara beratê ya derbarê 3 polîsên bersûc de hatiye dayîn bê pejirandin. Dadgehê xwest polîsên bersûc li gorî xala 302/1’an a CMK’yê biryara beraetê were pejirandin. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin