Doza malbata Dedeogullari birêve çû

Doza malbata Dedeogullari birêve çû

.

A+A-

3yemîn rûniştina doza malbata Kurd ya ku li bajarê Konyayê, 7 kes jê hatibûn kuştin, li 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê birêve çû. Kujerê 7 kesên ji malbata Dedeoglu, Mehmet Altun bi rêya sîstema deng û wêne (SEGBİS) beşdar bû. 

Di rûniştina dozê de parêzêrên malbata Dedeoglu, parlementerê berê yê CHPê Atilla Kart û parlementerên HDPê Garo Paylan û Tulay Hatimogullari jî amade bûn.

Li dadgeha Konyayê di derbarê kuştina malbata Dedeoglu de dozek û di derbarê yekem êrişa ku li dijî malbatê roja 12ê Gulan a 2021ê hatiye kirin de dozek heye.  Doza yekem li 4emîn Dadgeha Cezayê giran doza duyem jî li 8emîn Dadgeha Cezayê giran birêve diçe.

Di sêyemîn rûniştina li Konyayê de parêzêrên malbata Dedeoglu daxwaz ji dadweran kirin ku herdu dosyayên di derbarê bûyerê de weke yek dosya were qebûlkirin. Lê Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê daxwaza parêzêran red kir.

Parêzêrê malbata Dedeoglu Abdurrahman Karabulut ji Rudawê re aşkere kir ku piştî ku êrîşkar Mehmet Altun 7 kes ji malbata Dedeoglu kuştine peywendîyeke telefonî bi asayîşê re encam daye.

Derbarê vê yekê de Karabulut dibêje: “Me daxwaz kiriye ku naveroka wê peywendiya telefonî were eşkerekirin. Ez bawer dikim ku ew axavtin derkevin dê gellek tişt jî safî bibin. Dadgeh daxwaza me bêbersiv dihêle, gelek zelal e ku ev êrîşe bi hestên nijadperastane hatiye encam dan. Lê hinek alî dixwazin mijarê weke meseleyekê ji rêzê nîşan bidin.”

Parêzer Îbrahim Guclû jî daxwaz ji raya giştî kir ku li doza malbata Dedeoglu xwedî derkevin.

Guclu ji Rudawê re axivî û got: “Di aliyê teknîkî de pêwîst e ku proseya dadgehê biguhere, ji ber dadwer buyera kuştina 7 Kurdan weke bûyereke civakî dibîne, lê ew kes ji ber ku Kurd bûn hatine kuştin.  Pêwîst e ku dadgeh li gorî pivanên nawdewletî kar bike, li gorî hemû delîlên li ber dest êrîş êrîşeke nijadperestî ye.”

Dadgehê doz bo 28ê meha Hezîrana 2022yan da paş.

Çi bibû?

Heft endamên malbata Kurd a Dedeogullari ya ji Qersa Bakurê Kurdistanê ku li Konyayê bicîh bûbûn 30ê Temûza 2021ê ji aliyê cîranên xwe ve di êrîşeke nijadperestî de hatibûn kuştin. Kesê bi navê Mehmet Altun roja 30 Temûzê li navçeya Meramê ya Konyayê li mala wan êrişî malbata Dedeogullari kiribû û her 7 endamên malbatê bikom kuştibûn û agir berdabû xaniyê malbatê.

Di dozê de destpêkê 13 kes hatibûn girtin û di nav demê de 12 jê hatin berdan û tenê kujerê serekî Mehmet Altun girtî ye. Yekemîn rûniştina doza "Komkujiya Konyayê" 14ê Kanûna 2021ê li Çaremîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê hat dîtin. Di dozê de kujer Mehmet Altun jî di nav de 11 kes tên darizandin.

Malbata Dedeogullari, beriya 30 salan ji Qersa Bakurê Kurdistaê çûbûn Konyayê û heyama 15 sal bûn li navçeya Meramê niştecî bûbûn û li gor gotina wan 15 sal in bi berdewamî ji aliyê nijadperestên Tirk ve, sivikayetî bi wan dihat kirin.

Şewket Herkî / Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin