Hêz û saziyên hikûmeta Sûriyê li Qamişlo û Hesekê

Hêz û saziyên hikûmeta Sûriyê li Qamişlo û Hesekê

.

A+A-

Li her yekî ji bajarê Qamişlo û Hesekê hejmarek ji fermangeh û sazî hêj di destê hikûmeta Sûriyê de ne, herwiha hejmarek ji hêzên leşkerî û hêzên ewlehî jî hene, serbarê wê jî, gerûpê û milîsên alîgirên hikûmetê hene, ku li hinek deveran li herdu bajaran bicih dibin û di dema pêwîst de, hikûmet wan jî bikar tîne, ji bo bihêzkirina pêgeha xwe.

Hikûmeta Sûriyê li navenda her yekî ji bajarê Qamişlo û Hesekê, heta niha çend fermangeh û saziyan kontrol dike.

Piştî 2 heftiyan ji aloziyên di navbera hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser de, li herdu bajarên Heleb û Qamişlo, Serkirdeyê PYD Aldar Xelîl, di daxuyaniyekê de ragihandiye ku wan biryar nedaye hêzên hikûmeta Sûriyê ji Qamişlo û Hesekê derxînin. Serkirdeyê PYDê dibêje tevî ku ew dikarin hêzên hikûmetê derxînin lê wan ev biryar nedaye.

Li Çargoşeya Ewlehî li Qamişlo çi sazî û navendên hikûmetê hene?

Sazî û navendên leşkerî yên di destê hikumeta Sûriyê de ev in:

- Binkeyên hêzên Ewlehî li Çarçoveya Ewlehî.

- Rêveberiya Navçeya Qamîşlo.

- Dadgeha Sivîl.

- Daîreya Nasnameyê (Nifûs).

- Sendîkaya Mamosteyan.

- Ofîsa Berhemên Çandiniyê

- Banka Çandiniyê.

- Fermangeha Elektirîkê.

- Komelgeha Perwerdeyê.

- Navenda Rewşenbîrî.

- Navenda Emin Leşkerî.

- Navenda Emin Dewletê.

- Navenda Polîsên Leşkerî yên Hikûmetê.

 Li derveyî Çargoşeya Ewlehî ya Qamişlo:

- Fewca Terteb

- 4 hezar çekdar lê hene.

- Ew jî grûpên ser bi Îranê û hêzên bi navê (Berevaniya Niştimanî) ku bi (El-Dîfai El-Wetenî) naskirî ne.

- Li Balafirxaneya Qamişlo:

- Baregeheke Rûsî û Îranî lê heye.

- Fewca Topan ya Hikûmeta Sûriyê jî lê heye.

Ji bilî serbaz û polîsên leşkerî yên Rûsya, bêhtirî 6 hezar çekdarên Îranê û serbaz û leşkerên  hikûmeta Sûriyê lê hene.

Li Çargoşeya Ewlehî ya Hesekê çi hene?

- Rêveberiya Parêzgehê.

- Dadgeha sivîl.

- Kolêja Mafnasiyê û ya Zanistî.

- Navenda Paseportan.

- Hêzên Pasevanên Sînor.

- Herdu navendên Emin Siyasî û Emin Leşkerî.

- Beşek ji Kolana Filestîn.

- Beşek ji Bazara Giştî ya bajarê Hesekê.

- Rêveberiya Hêzên Asayîşa Navxwe yên hikûmetê.

 Li derveyî Çargoşeya Ewlehî ya Hesekê:

- Beşek ji Taxa Ezîziyê, li aliyê rojhilat, di destê çekdarên hêza bi navê (Berevaniya Niştimanî) de ye.

- Fewca Topên Giran li Çiyayê Kewkeb, ku li rojhilatê bajarê Hesekê ye, hêzên Îranê jî lê hene.

Hejmara serbaz û çekdaran

Li gorî zanyariyên ku bi dest Rûdawê ketine: “Li herdu çargoşeyên ewlehiyê li Qamişlo û Hesekê û Balafirxaneya Navdewletî ya Qamişlo bêhtirî 40,000 serbazî hene. - Ji bilî wê hejmarê 15,000 çekdarên biyanî yên Rûsî hene, ji wan 10,000 çekdar ser bi Îranê ve ne. Karmendên sivîl jî li herdu Çargoşeyên Emnî li Qamişlo û Hesekê bêhtirî 25,000 kesî ne.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin