Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Divê Kurd Çi bikin?

A+A-

 

Rewşa Sûrîye dizîvire merheleyek nû! Di vê merheleya nû de ji me kurdan re çi heye û garantî çi ye?

Divê em bi zanistî û li gor metodên sîyasetê pirsgirêkên xwe binirxînin û çareser bikin.

Şer û şervanî tenê pergalek ji têkoşînê ye. Kurd vê pergalê bi fêrisî  bikar tînin û di dîraka doza xwe de her bikar anîne jî.

Em di bin ewrên reşîtarî û şirqînên birûskan de ne. Çawayîya parastina mal, milk, can û axa bavûkalan ne hêsan e. Divê em siyaseta cîhanê, danûstendin û berjewendîyên dewletan, aktorên cîhanî û pîlan-Projeyên wan baş bixwînin; binirxînin, ku bikaribin derîyek xêrê ji miletê xwe re bibînin. Tenê bi şer ev derî venabe! Dijminên me çav berdane axa me û dixwazin me li cîhanê belwela bikin û bê cîh û war jî bihêlin!

-Dewlet û aktorên cîhanê, li henber vê êrîşa barbarên tirkan çi dikin?

-Çi hesabên wan hene?

-Ji bona kurdan ç didin berçavê xwe û çi nadin?

-Rewşa Sûrîye dizîvire merheleyek nû! Di vê merheleya nû de ji me kurdan re çi heye û garantî çi ye?

-Çima Kurd, tenê mecbûrî lihevhatinên leşkerî dibin û bidestkevtinên sîyasî ji xwe re nakin armancên serete? --Dewlet û aktorên cîhanê rê nadin, an mejîyê partîzanî her astenge li pêşîya destkevtinên netewî û niştimanî?

-Aktorên cîhanê, niha destê rejîma Sûrîye xurt dikin. Merhela duyem civîna Komîsyona Amadekar a Makezagona Sûrîye ye. Di vir de wê kî daxwaz û mafên kurdan bikaribin di makezagona Sûrîyek nû de garantî bike, Kurd an piştgirên kurdan?

-Di virde hazirîya kurdan heye û bixwe bawerin an na?

-Dîplomasîya kurdan di çi halî de ye û Kurd dikarin bi van dostên, ku di vê Komisyona Amadekarîyê de cîh digirin re têkilîyên baş bimeşînin an na?

-Hêzên Hevpeymanan, hêzên xwe ji Sûrîye vedikşînin? Ev tê çi wateyê? Tê wateya ku xîyanet bi kurdan re kirin an ji bona çareserkirina pirsgirêka Sûrîye divabû vê bikin?

-Çima Emerîka ev biryara bilez da û kir ku PYD/YPG teslîmî Sûrîye bibe û Sûrîye bi rehetî were li ser herêma defakto bicîh bibe. Ev bicarekê de wendakirine, an divê Kurd, xwe biserhevde bînin û raya xwe, hêzên xwe bikin yek; ku bikaribin di nexşerêya Sûrîye de cîhek serbilind û xwedî statu ji xwe re bidestxînin?

-Çima rêveberîya Rojavayê Kurdistan bi bîryarek leşkerî radestî Rejîma Sûrîye bû û li pişt vê biryarê çi heye?

-Di Koşka Spî, Pentagon û Kongra Emerîka de bahozek siyasî heye. Dibe ku sezayên giran bên ser Tirkîye û îhtîmala ku biryara serokkomarê Emerîka Trump a “vekişandina ji Sûrîye” jî bipaşde vebigirin heye.

-Di virde kurd çiqasî li Emerîka, bi Kongrê re, bi Senato re û bi Lobîya Îsraîl re di têkilîyê de ne?

-Emerîka dibe ku bi carekê de ji Sûrîye vebikişe, ev tê wateya ku Emerîka di Rojhilata Navînde têkçû û ji Rojhilata Navîn vedikişe, an tenê ji Sûrîye?

Emerîka û Rûsîya du aktorên mezin yên cîhanê ne. Herdû aktoran li ser nexşa çareserîya Sûrîye lihev kirine. Ev lihevhatin li hesabê Tirkan, Îran û Katar nehatîye. Hewla tirkan yek ji vê sebebê ye. Wê xerameta vê biryarê li ser Tirkîye giran rûnê. Divê Kurd qozên xwe yên dîplomasîyê, li ser esasên pêşîlêgirtina dîplomasîya dijminên xwe, li ser esasên çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn û liangora berjewendîyên Netewî-Kurdistanî, ku bi kîjan dewletan re berjewendîyên wan ligel hevin bimeşînin..

Eger Kurd giranîyê bidin Komîsyona Çareserîya Pirsgirêka Sûrîye û di virde bi Hêzên Hevpeymanan, bi Emerîka û Rusîya re bikaribin qoza şerê li henber DAÎŞ û hemahengîya demê a bi Hêzên Hevpeymanan re baş bikar bînin; wê piştgiran ji bona mafê xwe garantî bikin di qada dîplomasîyê de. Dostên kurdan hene û pir bûne. Divê Kurd bikaribin bi hewlên rasterast xwe bigihînin van dostan!

Şerê herî mezin, şerê dîplomasîyê û bidestxistinên sîyasîye û niha ev rê liber kurdan vedibe..

14.10.2019

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin