Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin.

A+A-

Di navbera erka îqtîdarê û aştiya civakî de têkiliya dînamîzmeke mezin heye. Eger hêz û grûbên civakî, li ser vê erkê, di avakirina aşîtiyek civakî de, bi peyman lihev nekin, îktîdarek xurt dernakeve holê. Ji ber tinebûna bingeha parvekirina erka îqtîdarê, civat ji aştiyê dûr dikeve û alozî destpê dike. Bandora yasa û qanûnan şikestinê dixwe û civat bê makezagoneke hevpar dimîne. Xurt destê xwe dixin qirika qelsan û erkê îktîdarê dikeve xizmeta wan. Dahatên dewletê di navbera grûbeke piçûk de tên parve kirin û hêzên derveyî îqtîdarê ji xizmetgûzariya dewletê bêpar dimînin.

Li an gora berjewendiyên hevpar, dema ku li derdora makezagonekê, hevpeymaneke hevpar derkeve holê, herkes teslîmî îqtîdarê dibe. Li Iraqê îktîdarê ev şens wenda kiriye û ne mumkun e ku bi van hêzan bigihêje encameke dewletbûnê. Ji ber ku, ji roja ku Emerîka leşkerên xwe ji İraq kişand, Îran ew valayî dagirt û bû sebeb, ku îktîdarek bibandor û li gor makezagonê meşrû dernekeve holê.

Iraq li angora makezagonê, wek dewlet nehat avakirin. Îran, di vir de rolek mezin lîst û erkê îktîdarê xist destê xwe. Bi destê Îran, İraq ji şerê mezhebî/hizbîre bû bingeh. Dînamîkên civakî ji hev perçe bûn û hatin henber hev. İraq, ji xeynî dewleteke yasayî, ji her cûre  berjewendî, alozîyan bigire, heta gendelîyan her tişt e.

Îro li İraq, cûre cûre berjewendî, li ser axa İraq di nav qeyranek sîyasî/civakî de,ber bi şerekî navxweyî ve diçe. Ji hêlekê de Îran nîvê hêza İraq xistîye bin bandora xwe. Ji hêla din de beşek ji dînamîkên civakîyên İraq, li henber hêz û bandora İran di serhildanan de ye. Li İraq, serhildanên girseyî hin erkên îktîdarê û hin jî bandora Îran a li ser İraqê kirine hedef û her ku diçe daxwazên xwe derdixin astek bilind. Ev berxwedana vî beşê gelê İraq meşrû ye û hêza xwe ji vir digire. Ev hêz xwedî bandore û hêza guhertinan pêre heye. Îran dixwaze vê hêzê bişkîne û nehêle ku serkevtî be. Bi guhertina Komîsyona Hilbijartinan, yasaya hilbijartinan, heta dest ji karberdana Serokwezîrê İraq bigre, her ku diçe van xwestinên xwe bêrawest, di qada çalakîyan de bi israr diparêzin. Hêzên bi ser Îran ve, bi tûndî êrîşan tîne ser xwepêşanderan. Çek li henber wan bikartîne û heta niha  nêzî 600 kes bi destê hêzên bi ser Îran ve hatin qetilkirin û deh hezaran wenda û birîndarin.

Îran, li ser axa İraq, hin li henber xwe pêşanderan û hin jî li henber Emerîka, dixwaze ku axa İraq bike qada şerê Emerîka û Îran. Hewla dorpêça ser konsolxaneya Emerîka li İraq, yek ji van gavan e. Li henber van gavên Îran Emerîka jî bi şîveyek bilez helwest girt.

Wateya bîryara Pentagon a ji holêrakirina Qasim Suleyman û Ebû Mehdî Muhendîs, yek ji van gavan e. Herdû serkêşên terorê jî, nûnerên terora Îran a İraq, a ser tevgera Rojhilatê Kurdistan û seranserê Rojhilata Nave rastbûn. Ji holê rakirina van herdû terorîstên serkirde, wek dînamîtek ku, di nav kunekî çemento de biteqe, herder di nav toz û ecacokê de hişt û deng veda. Bû îşareta ku, pirhêz li herêmê dîqat bikin!

Wateya vê refyleksa Emerî ji kurdan re jî pir girîng e. Ji bona pêşeroja Kurdan û çareserkirina pirsgirêka Kurdistan; rewşa İraq, helwesta Emerîka û Îsraîl û reaksîyonên Îran wê rewşek nû derxe ber me, ku erênîya statûkoya ser Kurdistan perçe bibe û dijminên serxwebûna Kurdistan li herêmê şikestinê bixwin.

Wê axa İraq bibe bingeha şerê Îran û Emerîka.

Piraniyên hêzên artêşa Iraqê di bin bandora partî û hêzên mezhebî de ne. Bandora makezagona federal şikestin xwariye û bêwate maye. Hêza îktîdarê meşrûtîya xwe wenda kirîye. Saziyên dewletê li gor berjewendiyên nîjadî, mezhebî û hizbî kar dikin. Girseyek mezin ji gelê İraq, li henber hebûna Îran a li İraq helwest girtîye û hebûna Îran li İraq sebebê van qeyranan dibînin. Beşek jî piştgirê Îran e. Îhtîmala heye ku, ev herdû hêz li ser axa İraq bên henberhev û di şerekî navxweyî kevin. Wê ev şer bibe şerê Îran û Emerîka li ser axa İraq.

Divê Federasyona Kurdistan bi ti awayî pişta xwe bi Dewleta Federal a Iraqê ve girê nede û li gor wê hesaban nemeşîne. Li ser esasên parastina berjewendîyên Kurd û Kurdistan, helwestek hevpar jibona pêşeroja Kurdistan pir girîng e. Divê Kurd van fersendan wenda nekin û raya xwe bikin yek. Bêgarantîya avakirina dewleta Kurdistan, ji ti hêzan re leşkerîyê û binkeyên axa xwe bikar neynin. Divê hertişt li ser peymanan bêt pejirandin.

Her derb û êrîşa ser dijminên Kurd û Kurdistan, wê dijminê me qels û hêza Kurdistanî xurt bike.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin