Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Dîtina rastiyê û helwesta partiyên me!!!

A+A-

 

Bûbê Eser

Heta kadroyên partiyê siyasî  yên bakurê Kurdistanê xwe ji wî qalibê salên 1980ê azad nekin, dê nikaribin ji bona gelê xwe karekî baş bike û rêyên şaş jî rexne bikin. Ji ber ku ew qalibê em ketibûnê qalibekî îdelojîk bû. Qalibin îdelolojîk jî, dibe sedema kuştina hizra neteweyî.

Divê her partî û kadroyên bakurê kurdistanê berê ji bona azadî û rehetiya gelê xwe dê bikaribin çi bikin, wê destnîşan bikin. Heta ku wê destnîşanê di jiyanê de pêk neynin dê zehmet be ku bikaribin welatê xwe azad bikin.

Heta ku kadro, serok û rêvebirin perçeyekî ji çareseriya perçê xwe bêtir bi çareseriya perçên din ve mijûl be zehmet e ew bikaribin perçê xwe azad bikin.

Divê kadroyên me yên siyasî baş bizanibin û fêr bibin heta ku xwe li perçên xwe xurt nekin dê nikaribin alîkariya perçên din bikin.

Heta ku kadroyên me yên siyasî ên bakurê kurdistanê rastiya xwe û ya bakurê kurdistanê nebînin, derd û êşa gelê xwe destnîşan nekin dê nikaribin tu çareseriyê ji bona bakurê kurdistanê bînin.

Divê kadro û partiyên me yên siyasî heta weha ji hev bela wela bin û nikaribin di min sîwaneke neteweyî de karê xwe yên siyasî bi hevre bimeşînin dê nikaribin azadiyê bînin welatê xwe.

Heta ku kadro û partiyên siyasî yên bakurê kurdistanê ji perçê lê dijîn bêtir bi çareseriya perçên din ve mijûl bibin, wê xwe roj bi roj têk bibin.

Heta ku li bakurê kurdistanê hêz û qaweteke neteweyî li ser navê bakurê kurdistanê peyde nebe, tu kes nikare alîkariya perçên din jî bike, Ji ber ku alîkarî ne bi gotinê bi kirinê, bi hêz û qawetê dibe.

Heta ku partiyên siyasî û kadroyên wan ji rewşenbîrên ne bi wan rene, bixweyêdin û di medyayên xwe de anbargo deyne ser wan, dê zehmet be bibin temsîlkarê miletê xwe. Ji ber ku gelek rewşebîrên bê rêxistinî, ji gelek endam û kadroyên hin partiyan zanetir û berhemdartir in.

Lewra ez dibêjim:

Çareseriya kêşeya bakurê kurdistanê berî her tiştî, bi saya pêkanîna eniyek ango cepheyek neteweyî tê çareserkirinê.

Çareseriya kêşeya bakurê kurdistanê bi serokekî ku bikaribe partî û xelkê li hev ragire lazim e, Yanî divê bakurê kurdistanê bibe xwedî temsiliyeteke neteweyî û serokê temsîlkarê gelê xwe. Ji ber ku bi deh serokan tu problem çareser nabe.

Heta ku deh kesên salên wan bi ser şêstî ketine ji xwe re platformeke, tevgerekê an partiyekê ava bikin dê zehmet ku yekîtiya partî û gelê me pêk bê. Ji ber ku êdî herkes behsa xeta neteweyî dikin. Ji wê xeta neteweyî re jî ewqas partî û tevger ne lazim in.

Heta ku partî û serokatiyên wan însîyatîfa çareserkirina kêşeya gelê kurd  negirin ser xwe, dê zehmet be bakur kurdistanê bighêje azadiya xwe. Ji ber ku ji bona azadî û serxwebûna gelekî  berpirsiyarî lazim e.

Li bakurê kurdistanê heta ku partiyên siyasî tenê nêzîkayê li hevalbedên xwe bikin, wan ji herkesên din baştir û zanetir bihesibînin wê serketina wan jî zehmet e. Ji ber ku gelek kesên ne endamên tu partiyên  ne, lê gelekî zana û têgihiştî jî hene.

Tiştê demildest ku niha lazim e, demezradina eniyeke neteweyî ku hemî kes, kesayetî û partiyên ji xwe re dibêjin em kurd û kurdistanîne pêk neyê, zehmet e ku mirov behsa tiştên din bike.

Heta ku partî û tevgerên bakur kurdistanê yên heyî xwe ji nava çar dîwaran azad nekin, dê zehmet be bikaribe tu mafekî bi dest bixin. Ji ber ku kar û xebatên siyasî li kolanan û di nava gel de pêk tên.

Ji ber ku êdî gotin têr nake, tiştên ku partiyên kurdistan dibêjin, divê wana di jiyanê de cihê xwe bigirin da ku baweriya xelkê wan jî bi wan bê.

Heta ku partî û tevgerên  heyî yên kurdistanê tehamula rexneyên rewşenbîrên xwe nekin wê ji fêdê bêtir zerarê bighêjînin gelê xwe. Ji ber ku rewşenbîr û ronakbîr bi pêşniyarên xwe rê nîşanê partiyên xwe didin.

Tiştê acil ku niha divê bê kirin:

Damezrandina eniyeke neteweyî ku ji hemî partî, rêxistin, tevger, kes û kesayetiyên kurdan pêk bê, lazim e.

Serokekî temsîla bakurê kurdistanê ku bikaribe li ser navê partî, rêxistin û tevgerên hene biaxife û xwedî erkekî be, pêwîst e.

Divê êdî kurd li bakurê kurdistanê bi rengê neteweyî dakevin kolanan.

Bi serokekî li ser fikra neteweyî ku bikaribe kurdan li  hev ragire û bibe serok an temsîlkarê piraniya kurdan pêwîst e.

Bi hêz û qaweteke neteweyî ku ji hemî rewşenbîr, ronakbîr û siyasetmedaran pêk bê, lazim e.

Ji bîr nekin heta ku bakurê kurdistanê di hemî aliyande xurt nebe dê nikaribe alîkariya perçên din jî bike. Divê êdî siyasetmedarên bakurê kurdsitanê vê rastiyê bibînin.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar