Dilşad Seîd notayên sirûda niştimanî Ey Reqîb bo orkestrayê nivîsand

Dilşad Seîd notayên sirûda niştimanî Ey Reqîb bo orkestrayê nivîsand

.

A+A-

 

Bi dehan sal e Ey Reqîb bûye sirûda niştimanî ya netewa Kurd li her çar perçên Kurdistanê, lê hêj muzîk û şêwazê wê bi wî şêwazî nehatiye amadekirin ku hemû grûpên sîmfoniyên niştimanî û serbazî li welatan bikarin bijenin, lewma Dilşad Seîd bi nivîsandina notayên sirûda Ey Reqîb, ew pirsgirêk çareser kir.

Sirûda niştimanî ya Ey Reqîb bo cara yekem li Komara Kurdistanê ya li Mihabadê bi fermî wek sirûda niştimanî ya Kurdistanê hat naskirin. Roja ragihandina wê komarê û bilindkirina ala Kurdistanê li meydana Çarçira li Mihabadê, roja 22ê Çileya 1946an, ew sirûd hat lêdan.

Kurd heta niha jî li her cihekê Ey Reqîb wek sirûda niştimanî di boneyên niştimanî de bikar tînin. Herwiha wek sirûda niştimanî ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye pesendkirin û ji aliyê rêveberiya kantonên (Rêveberiya Xweser) li Rojavayê Kurdistanê tê bikaranîn. Li ser alaya Kurdistanê pirsgirêk di navbera hizbên din ên Kurdistanê li gel Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) heye, lê li ser Ey Reqîb hevnêrîn in.

Hunermendê navdar ê Kurd Dilşad Seîd ji Rûdawê re ragihand, her çiqas ev muzîk hem bi marşa serbazî hem bi orkestra bi baştirîn kalîteyê hatiye tomarkirin û belavkirin, lê pêwîst bû li cihên fermî bi vê kalîteyê hatiba lêdan, lê heta niha nehatiye kirin.

Ew hunermendê binavûdeng ê Kurdistanê herwiha amadebûna xwe derbirî bo ku eger grûpeke serbazî ya profesyonel bê pêkanîn, serpereştiya wê bike û rêk bixe ku di dema serdana şandên welatan de bo Herêma Kurdistanê, ew grûp bikare bi baştirîn kalîte sirûdê lê bide.

Derbarê tomara muzîkê bi deng, Dilşad Seîd got, biryar bû meha Sibatê bi şêweyê koral bê tomarkirin, lê ji ber Coronayê guman heye bikarin di wê demê de bikin û tevî ku dibêje, “Pêşerojê di bernameya min de heye bi şêweyê koral û herwiha bi dengê stranbêjên Kurdistanê tomar bikim.”

 

Bergê yekem û dawî yê kitêbê

Hikûmeta Fransayê daxwaza notayên Ey Reqîb ji hunermend Dilşad Seîd kiriye

Dilşad Seîd spasiya Fransayê dike ji ber ku, ew alîkar bûn bo temambûna wê projeyê.

Hikûmeta Fransayê daxwaz ji Dilşad Seîd kiriye notayên sirûda niştimanî ya Kurdistanê bi wan bide, ji ber ku wan dixwast roja 7ê Îlona 2016an di merasîma pêşwazîkirina Serok Mesûd Barzanî de ku serokê wê demê yê Herêma Kurdistanê bû, bi şêweyekî fermî li Koşka Serokatî ya Élysée bê lêxistin.

Ew hunermendê Kurd dibêje, “Mixabin take astengî li ber birêvebirina wê merasîmê berdestnebûna notayên sirûda niştimanî ya Kurdistanê bû. Lewma destpêşxeriya wan handerê rasteqîne bû da ku Ey Reqîb bi şêweyî orkestrayî bê dariştin, bi corek li gel standardên tên xwestin grûpên musîqayên serbazî û orkestraya sîmfonî guncaw be.”

Girîngiya projeyê di wê de ye, pêşerojê ti dewletek rastî pirsgirêkeke wek wê demê ya çûna Serokê Herêma Kurdistanê bo Fransayê, nebin.

Çend gotin derbarê orkestra û rêkxistina wê

Birêzan

Dibe pêwîst be li vir çend gotinek derbarê rêkxistina vê orkestrayê bên gotin. Amûr li gor standarên Wînd Orkestra hatine hilbijartin. Lêbelê di dema kêm û zoriya amûran de, kondektor bi xwe beşekê jê dibe yan jî zêde dike, bi şêweyek ku melodî û harmoniya deng û awaz her weke xwe dimînin. Di nav skorê de tîmpanên wek amûrên bijarde hatine hiştin, lê eger hat û amûrek bi dest nekeve, dikare bê piştguhkirin.

Eger hat û amûrê îwfoniyem berddest nebû, amûrê hevşêweyê wek saksefon, basûn yan trembonekî zêde cihê wê bigire. Herî kêm du sinêr direm pêwîst e eger zêdetir jî nebe.

 

Hunermend, muzîkjen û muzîkzanê naskirî yê Kurd Dilşad Seîd

Kemanjen û awazdaner Dilşad Seîd

Hunermend, muzîkjen û muzîkzanê naskirî yê Kurd Dilşad Seîd, sala 1958an li Duhokê ji dayîk bûye, 1977an Peymangeha Hunerên Ciwan a Bexdayê temam kiriye, 1979an grûpa muzîka Duhokê damezrandiye.

Dilşad Seîd sala 1984an li Brîtanyayê dest bi xwendinê kir, sala 1988an bawernamya masterê li Zanîngeha Walesê wergirtiye, ji sala 1991an de li Nemsayê niştecih e û li zanîngehên wî welatî waneyên muzîkê dide.

Hunermend û muzîkjenê navdar ê Kurd Dilşad Seîd, roja 19/06/2018an di merasîmeke berifeh de bawernameya doktorayê di warê Muzîka Kurdî de li Zanîngeha Mozart a li Salzburg a Nemsayê wergirt.

Herwiha yek ji bawernameyên girîng ên jiyana hunerî ya Dilşad Seîd, bawernameya Akademiya Şahitiyê ya Brîtanyayê ye li Londonê ji bo kemanjenînê.

Nameya doktorayê ya hunermendê Kurd Dilşad Seîd di bin navê “Lêkolîn li ser muzîka Kurmancî- li berçavgitina strana rîtmî” de bû ku paşê giftugoya teza xwe hunuermend Dilşad Seîd, bawernameya doktorayê bi pileyeke gelek baş bi şêweyekî fermî li zanîngeha Mozart wergirt.

Sîmfonî û koralên (Pêşmerge) û (Şingal) du karên hunerî yên Dilşad Mihemed Seîd, viyolonîst û kompozerên navdar ê Kurd bûn, ku bi şûweyê semfonya û koral berhem hatin û sala 2015an hatin belavkirin. Ew herdu berhem di albûmekê d ehatin belavkirin û Tora Medyayî ya Rûdawê sponsor bû û dengvedaneke zêde hebû û pêşwaziyeke zêde lê hat kirin.

Şa'îrê Ey Reqîb kî ye?

Dildar (1948-1918) ku xelkê bajarê Koye ye ser bi parêzgeha Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, şî`îra Ey Reqîb nivîsandiye û hêj dema ew li jiyanê bû, wek sirûda niştimanî ya Kurdistanê hatiye qebûlkirin.

Ey Reqîb!

Ey reqîb her, maye qewmê Kurd ziman

Naşikê û danayê bi topê zeman

 

Kes nebê Kurd dimirin, Kurd jîn dibin

Jîn dibin qet nakevê ala Kurdan

 

Em xortên rengê sor û şores in

Seyr bike xwîna diyan me da rijand

 

Kes nebê Kurd dimirin, Kurd jîn dibin

Jîn dibin qet nakevê ala Kurdan

 

Lawê Kurd rabûye ser pê wek şêran

Ta bi xwîn nexşîn bike tacê jiyan

 

Kes nebê Kurd dimirin, Kurd jîn dibin

Jîn dibin qet nakevê ala Kurdan

 

Em xortên Mîdya û Keyxusrew in

Dîn îman û ayina me, her niştiman 

 

Kes nebê Kurd dimirin, Kurd jîn dibin

Jîn dibin qet nakevê ala Kurdan

 

Xortê Kurd tev hazir û amade ne

Canfîdane, canfîdane, her canfîda

 

Kes nebê Kurd dimirin, Kurd jîn dibin

Jîn dibin qet nakevê ala Kurdan

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin