Dilê berazekî neqlê mirovekî kirin

Dilê berazekî neqlê mirovekî kirin

.

A+A-

Li Amerîkayê li eyaleta Marylandê kesê bi navê David Bennet (57) bi sedema wexteke dirêje ku li benda neqla dilekî bû, ji berazekî ku genetîka wî guhertibûn, dil neqlî mirovî kirin. Pispor ragihandin ku emeliyata wî 7 siet dewam kiriye û tenduristiya wî başe. Esas ti kes dilê berazekî ji bo mirovekî nafikire lê ji ber nexweş yê mirinê bû, çara herî dawî di dilê berazî de dîtine.

Doktorê Zankoya Marylandê yê beşa Tibê Bartley Griffith ragihand ku emeliyata neqla dilî, wê dinyayê bêhtir ber bi çareserkirina neqla organa bike. Bartley Griffith got ku berê qelpaxê berazan ji berazan sitendine û dane mirovan û biserketine lê cara yekeme ku dil neqil dikin. Tevî ku berê ceribandina vêya nehatiye kirin jî dibe ji mirovekî re bibe hêvî. Bennet berê di nav nivîna de dijiya lê piştî emeliyatê got:

“Em gelek dixwazim baş bibim û ji nav ciya rabim.”

Li Amerîkayê gelek kes li benda neqla dilîne û her roj ji ber dil peyda nabe da neqlî wan bikin 17 kes dimrin. Ji sed hezarî zêdetir kes li benda neqla organan e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin