Dijayetîkirina rêveberiyeke kurdî li Sûriyê; peyama lûtkeya Enqerê

Dijayetîkirina rêveberiyeke kurdî li Sûriyê; peyama lûtkeya Enqerê

Serokomarê Tirkiyê, Receb Tayyip Erdogan amaje bi operasyonên pêştir ên artêşa welatê xwe li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê da û got, divê HSDê li Rojhilatê Ferat nemîne.

A+A-

XALİD CEMİL MİHEMED-RÛDAW

Serokê hersê welatên Rûsya, Tirkiye û Îranê li Enqerê, di pêncemîn civîna lûtke ya hevbeş de bi hev re civiyan. Rewşa Idlib û Rojhilatê Firatê mijarên herî germ ên civîna sêalî ya di navbera Erdogan, Putîn û Ruhanî de bû û hersê alî li ser parastina yekîtiya axa Sûriyê û dijayetîkirina rêveberiya kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê yekdeng bûn.

Serokomarê Tirkiyê, Receb Tayyip Erdogan amaje bi operasyonên pêştir ên artêşa welatê xwe li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê da û got, divê HSDê li Rojhilatê Ferat nemîne.

Erdogan got: “Bi operasyonên Çiqlê Zeytûnê û Mertala Feratê, ji bo serweriya Sûriyê û wan metirsiyên li ser welatê me hebûn, me lêdanên mezin encam dan. Li Idlib me rê li ber trajedyayeke mezin girt. Li Rojhilatê Feratê jî emê binkeya terorê zuha bikin. Bi wê awayê em diçine qonaxeke nû.”

Tirkiye û Amerîka derbarê Rojhilatê Ferat û dirustkirina Navçeya Aram de nakok in ne û derbarê wan mijaran de nerînên wan ên cuda hene.

Serokê Rûsyayê,Vladimir Putin jî dirustkirina Navçeya Aram li nav axa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê red kir û bi dabeşkirina xaka Sûriyê bi nav kir.

Putin da xuyakirin: “Bi rastî, em li ser rewşa Bakurê Rojhilatê Sûriyê nîgeran in, rewşa ewlehiya wê navçeyê û navçeyên din, divê li ser bingeha parastina serwerî û yekîtiya wî welatî be. Bi nerîna me ne cihê pejirandinê ye Sûriye bi ser navçeyên li jêr hejmoma aliyên cuda de bê dabeşkirin.”

Hersê serok li ser gelek mijarên pêwendîdar bi Sûriyê, ji bilî Idlibê, hevnerîn bûn, Erdogan ne ligel êrîşa Sûriyê ya li ser Idlibê ye, lê Serokomarê Îranê, Hesen Rûhanî wê weke pêwsît dibîne.

Serokomarê Îranê herwiha destwerdana derve, ji bo çareserkirina rewşa Sûriyê red kir û amaje bi serdestiya Amerîkayê li navçeyê kir.

Ruhanî got: “Hersê serkirdeyên sê welatên mezin ên navçeyê, baweriya wan ew e ku divê rûbirûbûna teror û terorîzmê berdewam be. Hêj Idlib di jêr desthilata terorîstan de ye û mixabin di van çend mehên dawî de hebûna terorîstan, bi taybetî Bereya Nusre li wê navçeyê bêhtir bûye. Lewma girîng e em di rûbirûbûna terorîstan de ji wan jî li Idlibê alîkariya Sûriyê bikin, herwiha mijara Rojhilatê Ferat û Tenef, ku di kontrola Amerîkayê de ne û grûpên terorîst li wê derê hene û desthilatdar in.”

Ev pêncemîn car bû ku hersê serok ji bo diyarkirina çarenivîsa pirsa Sûriyê bi hev re civiyan.

Zêdetirî 8 salan e ku şer û alozî li Sûriyê heye û bi wê sedemê jî, bi hezaran kes hatine kuştin û bi milyonan kes jî bûne koçber û penaber.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin