DÎERG : Divê perwerdehiya misoger ya zimanê Kurdî bê dayîn

DÎERG : Divê perwerdehiya misoger ya zimanê Kurdî bê dayîn

.

A+A-

Saziyên sivîl daxwaza rakirina cudagirtinên di perwerdehiya li Tirkiyeyê de dikin.

 Saziyên sivîl yên li Diyarbekirê daxwazên xwe yên ku zimanê Kurdî li Tirkiyeyê wek zimanê perwerdehiyê bê pejirndin ji Lijneya Billind a Perwerdehiya Tirkiyeyê re ragihandin. Rêveibirê Hewldana Şopandin û Çaksaziyên Perwerdehiyê ya Diyarbekirê DİERGê û rêbeirên sendîqayên perwerdekaran, balê kişandin ku lijneya perwerdehiyê bi mijara wekeheviya perwerdehiyê tê lidar xistin û divê dubêndîyên navbera zimanan jî bên rakirin.

Rêvebirên saziyên sivîl û sendîqayên perwerdehiyê yên li Diyarbekirê, di nav pêşniyarên xwe yên ku pêşniyarî, Lijneya Bilind a Perwerdehiya Tirkiyeyê kirin de, daxwaza ji dibîstana seretayî heta lîsansê bi zimanê Kurdî jî perwerdehi wek mîsoger bê dayîn kirin.

Rêvebirê DÎERG’ê Azîz Yagan balê kişand ku ji sala 2012’an de ve jixwe di warê zimanê Kurdî de hin gav hatine avêtin, lê dikare li wan gavan bê zêde kirin û li gor destûrên perwerdehiyê ku dibêjin: ‘divê ji bo hemû civakê derfet û firsendên perwerdehiyê wekhevbin’ jî wek fermî perwerdehiya zimanê Kurdî bê dayîn.

Rêvebirê DÎERGê Azîz Yagan ji K24ê re got: “20 emîn civîna Lijneya perwerdehiyê girîng e. Herî dawî di 2014’an de civiyabû û encamên wê jî li Tirkiyeyê pêşniyarin ji bo rêbazên perwerdehiyê. Kurdî wek dersên bijarde, wek lîsans û doktorayê perwerdehî tên dayîn, lê ev besî pêwistiya civakê nake. Divê ev kêşe li gor rastiya xwe, yanî wek perwerdehiya Kurdî misoger bê dayîn da ku zarokên Kurd jî bikarin ji mafên xwe yên derfet û firsendên perwerdehiyê sûd werbigirin. Loma jî me pêşniyara mîsogerkirina perwerdehiya Kurdî pêşniyar kir. Divê êdî bi Kurdî jî perwerdehî bê dayîn û derfetên perwerdehiyê bi esasên wekhevî bigihên zarokên Kurd jî.”

Rêvebirên saziyên sivîl û sendîqayan balê dikşînin ku heger Wezaret û rêvebiriyên perwerdehiyê bixwazin dikarin piştgirî û hevkariyê bikin ku perwerdehiya zimanê Kurdî jî bê mîsoger kirin.

Serokê 1emîn Şaxa Sendîqaya Yekîtiya Perwerdekaran Egîtîm-Bîr-Senê Ramazan Akdemir jî balê dikşîne ku lijneya bilind a perwerdehiyê îsal bi şiyara di perwerdehiyê de wekheviya sûdgirtina ji derfetên perwerdehiyê dicive û divê ew dubendiyên navbera zarok û xwendekaran bên rakirin.

Ramazan Akdemir got: “Di peymanên navneteweyî de, mafê perwerdehiyê bêy ku cidagirtinên bawerî, nijad û zimanan bên kirin, hatiye parastin. Divê li Tirkiyeyê jî cudagirtinên ku ji ber ziman hene bên rakirin û plansaziyên bi awayekî wekhev ji perwerdehiyê sûdwergirtinê bên nirxandin. Me pêşniyarên wek divê perwerdehiyên pişeyî jî li dibîstanan zêdetir bên bipêşxistin û ji bo berasteng baştir perwerdehî bibînin biryar bên girtn û dîsa  butçeyên dibîstanan jî hebin da ku bikaribin, dibîstana ji bo perwrdehiyeke baş bi guncinînin jî kiriye.”

Civîna Lîjneyya Bilind a Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê di navbera 1 û 3’ê Berfembarê de li Ankarayê tê lidar xistin û daxwazên ji bo zimanê Kurdî, dê di pêşniyarên wê lijneyê de cîh bigirin an jî negirin jî piştî civîn xilas bibe dê diyar bibe.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin