Sîrac Kirici

Sîrac Kirici

Hemû nivîsên nivîskar >

Di seqema Davosê de serkeftina Kurdan rastî kareseta erdhejiyê hat

A+A-

Min nivîsek li ser Zîrwa Davosê û encamên wê nivisandibû.

 

Kareseta erdhejiyê û çend dimenên li wir tesîrek mezin li min kir ku ez vê nivisê dereng biweşînîm.

 

Bi tayibetî jî ev diyaloga. "Ez we  dibînim… zû me xelas bikin...êdî nikarim berxwe bidim"…

 

Ev gotinên dayikeke ku tevî keça xwe ya du sal û nîvî di bin enqazê de bûn. Ev dîmena û hin dîmenên din dilê mirovan perçe dikir..

 

Îsyanek li hemberî avahîyên pûç, bê esas û yên welatê me xistine vî halî di hundirê mirovan de derbas dibû.

 

Ev çi halê welatê me ye?

 

Me bi xwe welatê xwe îdare bikira ma ev avahîyên me ewê di vî hali de ba..

 

Ji ew felaketa xerab ya ku êşa min siviktir kir di destpêkê de keça du sal û nîvî û piştî çend seetan jî dayika wê ji bin wê enqazê sax xelas bûn...

 

Em nikarin rojekê bi têra xwe şa bibin. Zîrweya Davosê û serkeftina kurda

di karaseta Elezîzê de wenda bû.

 

Divê em rojek berê li rê û çareyên nû bigerin da ku em karibin bi xwe welatê xwe idare bikin.

 

Ez werim ser nivisa xwe.

 

DAVOS

 

Min civîn û nûçeyên li Davosê/Swisrê ji nêz de şopand.

 

Kurd bi stratejîyeke nû karê diplomasîyê dimeşînin.

Mîletekî bê dewleteket serbixwe, êdî di civînên Navneteweyî de de-facto wek Dewlet têne qabûlkirin.

 

Ev serkeftinek e û îşareta ji tecrubeyên hatine jîyandin encam derxistine.

 

Sîyaset, di pêvajoya dorpeç kirina neyaran de, li gor firsetan xwe nûh kirine û ji vê nuhkirinê derfet afirandin e.

 

Serokê Herêma Kurdistanê di panel û hevdîtinên xwe yên li Davosê îşareta vê yekê da...

 

Dewletên şikil didin dinyayê, hêdî hêdî dagirkerên Kurdistanê amadeyî hebûna Miletê Kurd û dewlet bûyinê dikin.

Ji axeftinên rêzdar Serokê Herêma Kurdistane Neçîrvan Barzanî jî dîyar dibû ku ev pêvajoya pêvajoyek pir hasas, sebir û hûnerê dixwaze.

 

Ev hûner li cem siyasetmedarên kurdan heye.

 

Li dijî dagirkerîyê şiklê tekoşîna we çi dibe bila bibe, hun kîjan rêbaza tekoşînê hildibijêrin hilbijêrin, di encamê de hun dest bi dîplomasî û mizakereyan dikin.

 

Hebûna kurdan li Davosê nişana vê yekê ye.

 

Diyardeyên siyasî û hin bûyer dest nîşan didin ku bêyîku nav lê were kirin pêvajoyek destpêkiriye.

 

Navê vê pêvajoyê mizakere ye.

 

Ev mizakere ne bi dewletên ku Kurdistanê dagir kirine tên meşandin…raste rast bi temsîldarên kurdan û dewletên ku biryara perçebûyîna Kurdistanê dane tê meşandin.

 

Kuştina Qasim Silêmanî despêkeke..

 

Piştî wê Davos!

 

Li Davosê axaftin, sûret û dîmenên di hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Amerikayê Donald Trump de nişan vê yekê bûn.

 

Ev pêşveçûyineke girîng e!

 

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Kurdîstanê bi du stratejîyên bingehîn kar û xebatên xwe didomînin.

 

Ya yekemîn di her platform û hevdîtinan de li gor Iraqeka Federa pozisiyona xwe ya yasayî xurtir bikin û tevî vê di hevdîtinên navneteweyî de li mafê azadî û têkoşîna perçeyên din xwedî derdiketin.

 

Stratejîya duyem:

 

Em hemû dizanin di Referandûma Serxwebûna Kurdistanê de Miletê Kurd tercîhek kir. Ev tercîha beyaneke serwerîyê bû.

 

Lê dewletên ku Kurdistanê dabeş kirine rêzê li vê tercîhê negirtin.

 

Me bi hev re dît ka li Kerkûkê çi qewimî..

 

Li hemberî êrîşên Haşdî Şeibî peşmerge bi tenê hişt in.

 

Di stratejîya nû de şiklê alozî, tevlihevîyên li Rojhilata Navîn çi dibin bila bibin Kurdan terka hevpeymanên xwe nekirin. Bi sebir bûyera şopandin. Ne bi hîsên xwe, bi aqil kar û diyaloga xwe meşandin.

Ji bûyerên li Iraqê bigirin heta Rojavayê Kurdistanê, Kurd bi awayekî erênî ev pêvajoya bi rêve birin/dibin.

 

Ev stratejîya Kurdan hat astekê êdî yên di dagirkirina Kerkûkê de rolek neyênî lîstin û bê deng man vê gavê poşman bûne.

 

Niha li rê û formûlan digerin ku bi şiklekî Kerkûkê teslimî Kurdan bikin.

 

Alozî û tevlihevîyên li Iraqê bi vî şiklî bidome ewê bi xwe ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bêjin dewleta xwe ilan bikin.

 

Ya herî xerab di sistemek ku pozîsyona Kurdan ji vê rewşa ku têde ne hîn xurtir be amade bikin.

 

Divê mizakerê de...

 

Di nav vê stratejîyê de Rojavayê Kurdistanê jî heye.

 

Daxuyanîyên General Mazlum Kobanî ku dibêje: " nabe di danûstendinên li  gel Şamêde tenê PYD bibe nûner divê ENKSê ji di nav de be" nişana vê yekê ye.

 

Û gotina wî ya"birayê min Necirvan Barzanî..." îşareta gelek tişta ye...

 

Di vê zivistana dijwar de bihara Kurdan destpêkirîye...

 

Li ser xêrê be!

 

Önceki ve Sonraki Yazılar