
Kaniya hunera Efrînê li Almanyayê diherike
.
Li bajarê Gelsenkirchenê yê Almanyayê, 4emîn Festîvala Efrînê ya Şêwekariyê bi dirûşma “Çiyayê Kurmênc, kaniya hunerê” hat vekirin.
Di festîvalê de reng, mûzîk û hesreta Efrînê gihîştin hev.
Huner û penaberî gihîştin hev
Yek ji wan hunermendên ku neçar mane warê xwe li dû xwe bihêlin, şêwekar Îdo Hisên e lê wî jî Efrîn di dilê xwe de aniye Almanyayê.
Şêwekar Îdo Hisên diyar kir ku ew di berhemên xwe de nîşan dide bê ma penaberî û huner çawa di xaleke hevpar de digihîjin hev.
Hunermendên ku nekarîbûn vegerin ser axa xwe, di festîvalê de dikarin nasname û çanda xwe ji windabûnê biparêzin. Ew hewldanek e ku nîşan dide: “Hunera Efrînê nayê bêdengkirin.”
Birêvebira festîvalê Nisrîn Serxweşî li ser vê xebatê axivî û got, “Me li vê derê Efrîneke piçûk çêkiriye”
Karsaz û saziyên Kurd li Almanyayê, bi piştgiriya xwe bûn milê vê xewnê.
“Huner li kû derê be, welat jî li wir e”
Sponsorê vê festîvalê Eyhem Khedir jî anî zimên ku ew ji bo vê xebatê gelekî dilxweş in.
Ji bo avakirina piran a di navbera çandan de û zindîhiştina çanda Kurdî, piştgiriya dîasporayê gelekî girîng e.
Her çend hunermend ji warê xwe dûr bin jî kaniya hunera Çiyayê Kurmênc li Diyasporayê her û her diherike.
(Rûdaw)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin