• Diyarbakır 9 °C
  • Batman 4 °C
  • Hakkari -4 °C
  • Şırnak 8 °C
  • Ağrı -8 °C

"Di rêya Kurdistanê de şehîd bû"

"Di rêya Kurdistanê de şehîd bû"
Pêşmerge Berxwedan Mêrdînî (Servet Abişka) ku di operasyona Mûsilê de 17-10-2016 li eniya Xazirê di şerê li dijî DAIŞê de şehid bibû

diya-wi.jpgFermandarê Pêşmerge Berxwedan Mêrdînî (Servet Abişka) ku di operasyona Mûsilê de 17-10-2016 li eniya Xazirê di şerê li dijî DAIŞê de şehid bibû, cenazeyî wî li Helwerê bi merasim hatîye şandin û li Derîyê Ibarhîm Xelîl bi pêşewazîyek girseyî ji aliyê malbata wî ve hat wergirtin.

Dêya wî Xezalê ji TV ya Rûdawê re gotîye; “Kurê wî di rêya Kurdistanê de şehîd bûye. Ew şehîdê hemûyan e. Bila şikûr ji xwedê re be ku dê xwîna wî li erdê nemîne.”

Berxwedan Mêrdînî (Servet Abişka) xelkê gundê Xirbe Qeplo yê Mêrdînê bû. Berxwedan di sala 2008ê ve di nav Pêşmergeyên Zîrevanî yê Başûrê Kurdistanê de bû. Berxwedan Mêrdînî bavê 2 zarokan bû.

Ev nûçe 1070 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din